Çalakiya kon a li Hesekê bi meşekê bi dawî bû

Ciwanên şoreşger ên Hesekê di roja dawî ya çalakiya kovendanê de xwepêşandanek li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de li dar xist û wiha got: "Em ê li hember tevahî êrişan bisekinin û dîwarên tecrîd û qeydên Îmraliyê bişikînin."

Çalakiya kon a li Hesekê bi meşekê bi dawî bû
Çalakiya kon a li Hesekê bi meşekê bi dawî bû
Çalakiya kon a li Hesekê bi meşekê bi dawî bû
Çalakiya kon a li Hesekê bi meşekê bi dawî bû
Çalakiya kon a li Hesekê bi meşekê bi dawî bû
Çalakiya kon a li Hesekê bi meşekê bi dawî bû
14 sibat, 2021   18:02
HESEKÊ

Ciwanên şoreşger ên Hesekê di 10’ê Sibatê de çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, li dar xistibûn. Çalakî îro bi xwepêşandanekê bi dawî bû.

Xwepêşandan ku bi sedan şêniyên Hesekê tev lê bibûn,  ji şçerxeriya Cûdî ya taxa Nasira dest pê kir û ber bi parka rêber Abdullah Ocalan ve çû. Beşdaran wêneyên rêbertî û pankartên"Ji bo wekhevî, azadî, edalet û biratiya gelan ji Ocalan re" hildan.

Dema xwepêşandêr gihaşt parka Rêbertî, meşale pêxistin û deqeyeke rêz girt. Dûvre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Brûsk Gabar wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî çiyayên Garê, temamkirina Komploya Naventeweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

Brûsk Gabar wiha domand: "Ev komplo ne tenê li dijî kesayeta rêber Ocalan e, lê belê li dijî fikira wî û projeya neteweya demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan misoger dikin."

Gabar wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ciwanên şoreşger dê li beramber tevahî êrişan bisekinin, dîwarên tecrîdê û qeydeên Îmraliyê têk bibin.."

Xwepêşandan bi diruşmên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WWoH_yrfWsw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>