Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin

Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûr bi cûr Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate şeremzarkirin û banga azadiya wê hate kirin.

Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Bi çalakiyên cuda komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
14 sibat, 2021   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U5tABAbjzrU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 15'ê Sibatê salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, Meclisa Kantona Efrînê bi beşdarbûna bi dehan endamên meclis, komîn û saziyan, sinivîzyoneke li ser komployê li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê pêşand.

Piştî deqeya rêzgirtin, sinivîzyoneke ji 40 deqeyan li ser komployê hate pêşandan.

Piştre endama rêveber a Meclisa Kantona EFrînê Newroz Ehmed axivî û got: "Armanca ji komployê ew bû ku dest deynin ser Rojhilata Navîn."

Newroz Ehmed diyar kir ku bi berxwedana rêbertî û projeya neteweya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser erdê pêk tê, dê komplo têk biçe.

SAZIYA GAZIYAN

Saziya Gaziyên Şer a Herêma Efrînê li qada kampa Berxwedanê daxuyaniyek parve kir.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Ebdulhemîd Xelûf û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Saziya Gaziyên Şer Gîvara Murad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komplo hate şermezarkirin û hate gotin: "Tu kes nikare roja me tarî bike."

Her wiha hate diyarkirin ku hêzên navneteweyî bi girtina rêber Abdullah Ocalan xwestin ji rêxistina siyasî û fikirî  û zemîna girse ya partiyê xilas bibin û wiha hate domandin: "Rêbert di girtîgehê de pirtûk nivîsandin, fikirê şoreşgerî pêş xistin, ji bo tevahî mirovahiyê û gelê Rojhilata Navîn bi taybet projeyek pêşkêş kir. Rêbertî komploya navneteweyî têk bir û bi ser ket."

Saziyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlekariyê û Dadgeha Navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne û rêbertî azad bike û got: "Rêbertî pêxemberê aştiyê ye."

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qESR7YFNMLg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi haman armancê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê daxuyaniyek li ber navenda xwe da. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîtan Cadan daxuyanî xwend.

Bêrîtan got, xwestin îradeya gelê Kurd dîl bigirin û nasnameya wê biçewisînin, ji ber ku rêbertî li hemberî pergalên desthilatdar ên li herêmên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê têkoşiya û wiha hate gotin: "Pergalên desthilatdar bi dagirkirina Serêkaniyê û Efrîn û Girê Spî hewl didin careke din îradeya gelê Kurd bişkînin."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hate gotin: "Ev êriş berê hatine plankirin."

Her wiha hate gotin ku ciwan ji bo parastina ronakbîrê neteweya demokratîk her tim amade ne û hate diyarkirin "Fikirê rêber Abdullah Ocalan ne ji bo kurdan tenê ye, lê belê ji bo tevahî gelên ku bi mafê jiyan û jiyana hevbeş bawer dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku bi lez mudaxele bike, li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêbertî rawestînin û girtiyên siyasî berdin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MnP7Ote_UW8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Ciwanên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêma Garê û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Şehîdan a naverasta bajarê Dêrikê dest pê kir û ber bi kolanên ve çûn. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan rakirin û sloganên "Bijî berxwedana HPG`ê" berz kirin.

Piştre xwepêşandêr ber bi konê çalakiyê ve çû û li wir deqak rêzgirtin girtin. Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da û ji aliyê endama rêveberiyê Eyda Casim ve hate xwendin.

Yekitiya Jinên Ciwanan di daxuyaniyê de êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7NE7py8iBrQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di vê der barê de Meclisa Jinan a Tebqayê bi dirûşmeya "Ji azadiya rêbertî azadiya jinan dest pê dike" semînerek li navenda çandê ya bajêr li dar xist. Bi dehan jinên li Tebqayê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û nivîsgehên jinan ên rêveberiyê beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Romat Mihemed behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û îşaret bi rêwîtiya têkoşîna rêber Abdullah Ocalan kir.

Dûvre sinivîzyonek der barê komploya navneteweyî de hate pêşandan.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5TYFt84-I4E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Komîteya Azadiya Rêbertî li ser komployê panelek li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xist.

Di panela bi diruşma "Ji Firatê  Ereb, Kurd, Ermen û Suryan mil bi mil ji bo azadiya Ocalan " li dar ketiye de, nûnerên ji saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser, rûspî û şêxên eşîrên Ereb, hiqûqnas û jinên herêmê amade bûn.

Panel bi xwendina hin gotinên rêber Abdullah Ocalan ên ku di girtîgehê de nivîsandine, hat destpêkirin. Endama rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê a Reqayê Şemse Sîno nivîsên rêbertî xwendin.

Dîwana birêvebirina panelê, ji endamê Şaredariya El-Kerame, endazyar Feysel El-Beyrem, endama rêveber a Meclisa Gel a bajarokê Reşîd Emel Mûsa û endamê rêveber ê Rêxistinên Civaka Sivîl Zuhêr Heson, pêk dihat.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn a panelê bi sernava "hûrguliyên komployê" Feysel El-Beyrem dest pê kir. El-Beyrem li ser xalên girîng ên di jiyana rêbertî de û hûrguliyên komployê axivî.

Piştî beşdaran nîqaş û pirsên xwe der barê vê mijarê de kirin, her wiha beşdaran piştrast kir ku ew ê li ser xeta ku rêbertî di fikira xwe de nexşe kiriye bimeşin û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku rêbertî serbest berdin.

Mijara duyemîn jî,  ji aliyê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Nesrîn Hesen, cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa û şêwirmendê Rêveberiya Xweser Dr.Enwer Muşref ve hate birêvebirin.

Hesen Mistefa mijara duyemîn a li ser Rêveberiya Xweser ku di fikira rêber Abdullah Ocalan de hatiye û serkeftinên li herêmên Rêveberiya Xweser li ser tevahî astan pêk hatine, şîrove kir.

Piştre beşdaran li ser mijara nîqaş kir û tê de nivîskar û helbestvana bi navê Foziye Mirî helbesta xwe ya li ser bendwariya dirêj a ji rêbertî re xwend.

Di dawiya panelê de endamê komîteya amadekar Abduletîf El-Şêx encamaneya panelê xwend û tê de gelek xwestek hatin:

-Şandina xwestekên fermî ji rêxistinên hiqûqî re, ji bo vekirina lêpirsînekê li ser sûcên bênavber û rakirina giliyan li dijî sûcdaran.

-Divê rejîma Tirkiyê li ser sûcên ku li bakurê Sûriyê pêk tîne, were muhasebekirin.

-Bangawaziya ji bo çapkirina belavok û pirtûkên li ser fikirên rêbertî û belavkirina li ser tevahî saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Lidarxistina çalakiyên mayînde li Reqayê, jê jî vekirina nivîsgeha giştî ya şopandina fikirên rêbertî ji tevahî şêniyan re.

-Divê xebat li ser lidarxistina dewreyên akademiyan werin kirin, da ku kesên têr û tijî bên amadekirin ku şêniyan zana bikin û fikirên demokrat ên azad û çanda biratiya gelan belav bikin.

-Bangawaziya ji bo sererastkirina rêveçûna Rêveberiya Xweser li gorî fikirên rêbert Abdullah Ocalan  û nêrîna wî ji têgeha Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk re.

ANHA