Jinên Reqa û Tebqa banga hesabxwestinê ji tecawizkaran kirin

Jinên Reqa û Tebqayê sûcê destdirêjiya bi komî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li jinekê girtî li Serêkaniyê şermezar kir  û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji berpirsiyarên wan sûcan bixwaze.

Jinên Reqa û Tebqa banga hesabxwestinê ji tecawizkaran kirin
14 sibat, 2021   15:07
REQA

Jina bi navê (R.B) piştî ku ji hêla îstixbarata leşkerî ya girêdayî dewleta Tirk ve hate girtin, çeteyan tecawiza bi komî lê kirin.

Li ser mijarê endamên Rêveberiya Jinan  a Reqayê daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kirin. Daxuyanî ji aliyê endama komîteya lihevkirinê Zehra El-Şelal ve hate xwendin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SiJmaFuXSdM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Li ser navê jinên Reqayê em sûcên bêexlaqî yên li dijî jinên li herêmên ku ji hêla hikumeta Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku " Ew bûyera hovane îspat dike ku berpirsên van kiryaran û alîgirên wan tu têkiliya wan bi exlaqê re nîne."   

Her wiha bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jin ên navneteweyî li hemberî van sûcan hate şermezarkirin û wiha hate domandin: "Bêdengiya dewletên Rojhilata Navîn asta dûrketina wan ji doz û şoreşa me nîşan dide, ku me berdêlê vê 13 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan. Sûca herî mezin ku mirovahiyê nas kirine destdirêjiya li jinan û binpêkirina rûmeta wan e."

Daxuyanî bi durişmeyên silavkirina berxwedana jinên azad, berxwedana gel û Hêzên Sûriya Demokratîk, bi dawî bû.

Meclisa Jinan a Tebqayê jî daxuyaniyek da. Endama rêveber a Meclisê Ranya Bîtar daxuyanî xwend û wiha hate gotin:

"Em wek Meclisa Jinan a Tebqayê bi tundî van sûcên hovane yên li dijî jinên Sûriyê şermezar dikin û bang li rêxistinên mafên jinan û mirovan û rêxistinên civaka navneteweyî dikin ku bi lez tev bigerin û bêdengiya xwe rawestînin, sûcdaran vê sûcê muhasebe bikin û dijmin ji xaka me derxin."

Li dawiya daxuyaniyê, endamên Meclisa Jinan a Tebqayê diruşmên; bijî berxwedana jina azad, hilweşe dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, berz dan.

 (dx/fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cr2pPiL8Zyo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>