Ciwanên herêma Firatê: Em li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan dimeşin

Ciwanên herêma Firatê yên beşdarî meşa dirêj bûne tekez kirin ku heta azadkirina rêber Abdullah Ocalan ew ê li ser fikir û felsefeya wî bin.

Ciwanên herêma Firatê: Em li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan dimeşin
14 sibat, 2021   13:39
 KOBANÊ

Meşa dirêj ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dest pê kirine, di roja duyemîn de didome. Di 3 rojên meşê de dê ciwan 20 km temam bikin.

/ar/uploads/files/2021/02/14/124146_kob-mes-28129.webp

Meş duh ji gundê Rovî heta Til Xezalê dest pê kir û bi sedan ciwan tev lê bûne. Di van kêliyan de meş ber bi navçeya Şêranê ve diçe û dê ciwan îro êvarê li wir rawestin û sibê ber bi Kobanê ve bimeşin.

Ciwanên beşdarî meşê bûne ji ANHA`yê re axivîn û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin, her wiha tekez kirin ku wê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşînê bilind bikin.

/ar/uploads/files/2021/02/14/124047_jany-abdw-.webp

Canê Ebdo diyar kir ku ew tev li meşê bûne da ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şemrezar bikin û got: “Em bang li hemû ciwanan dikin ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst serî hildin û têkoşînê bilind bikin.”

Canê daxuyand ku wekî ciwanên herêma Firatê ew dagirkerî û zilmê qebûl nakin û dê bi çalakiyên cur bi cur têbikoşin. Canê bang li hemû ciwanên Rojava û tevahî Kurdistanê kir ku li hemberî dewleta Tirk bibin yek.

/ar/uploads/files/2021/02/14/124122_mzlwm-hsyn-.webp

Ciwanê bi navê Mezlûm Hisên jî wiha got: “Armanca me ji vê meşê ew e ku em zilm û tecrîda giran a ku dewleta Tirk a faşîst li ser rêberê me ji beriya 22 salan ve dimeşîne, ji cîhanê re nîşan bidin. Em ê heta azadkirina rêber Apo li ber xwe bidin.”

/ar/uploads/files/2021/02/14/124106_ryzan-hmy-.webp

Rêzan Hemê jî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir û wiha axivî: “Em bang li hemû ciwanan dikin ku bêdeng nemînin û çalakiyên cur bi cur û bi hemû rêbazan li dar bixin, çi bi rêya perwerdeya li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan, çi jî bi rêya berxwedana li hemberî dewleta Tirk. Heta em tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dişikînin û wî ji Îmraliyê azad dikin, em ê li dijî rejima Tirk a faşîst li ber xwe bidin. Em ê her destê ku dirêjî rêberê me dibe bişikînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YGn-T-N2MXI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>