`Ji bo rêgirtina li ber komployê pêwîstî bi berxwedanê heye`

Têkildarî Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêber Abdulah Ocalan, Kongreya Star û saziyên çand û hunerê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de banga berxwedanê li gelê Kurd hat kirin.

`Ji bo rêgirtina li ber komployê pêwîstî bi berxwedanê heye`
14 sibat, 2021   13:01
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê, Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê û Kevana Zêrîn ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û berdewamkirina wê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya li Qamişloyê, bi amadebûna endamên Çand û Hunerê yên kantona Qamişloyê, Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê  û endamên Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, ev êriş berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan e.

Em wek aziyên Tev-Çand, Kevana Zêrîn û Yekitiya Hunermendan, bang li tevahî gelê xwe û tevgerên siyasî û raya demokratîk dikin ku rê li ber faşîzma AKP û hevkarên wê bigire.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi tundî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin, di eynî demê de em partiyên kurdistanî û bi taybet PDK’ê hişyar dikin ku bêdengiya li hember hovitiya dewleta Tirk, bêdengiya li ser xwîna bi hezaran şehîdên azadiyê ye, têkbirina tevahî destkeftiyên gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê ye û dîrok dê vê serjêriyê ji bîr neke.”

AMÛDÊ

Kongreya Star a navçeya Amûdê bi rasthatina salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star ya navçeya Amûdê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Bozê Ibrahîm ve hat xwendin.

Bozê diyar kir ku di rêya Komploya 15`ê Sibatê rêber Abdulah Ocalan dîl girtin, ji ber ku xwestin bi rêya vê komployê gelê Kurd tune bikin.

Bozê da zanîn ku ji ber dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan bi sedan ciwan û jinên Kurd bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî û got: "Roja 15`ê Sibatê rojeke reş e, em bi tundî şermezar dikin."

Her wiha destnîşan kir ku ew ê bi xurtkirina çalakiyên xwe nehêlin ev komplo dewam bike û wiha got: "Li gorî vê jî bi taybet gelê Kurd ji bo şikandina tecrîdê, pêwîstî bi berxwedanê heye."

(sb)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e95lRNMyC2c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_tGAzV5thNg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>