Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî teqîn

Li nêzî navendeke çeteyan a li Efrîna dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya, birîndar hene.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî teqîn
14 sibat, 2021   13:55
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyên ji navçeya Cindirêsên bidest xistine, erebeyeke bombebarkirî ji cureya (Van) li ser rêya Efrîn û Cindirêsê di destpêka ketina Cindirêsê de teqiya.

Li gorî agahiyan, teqîn li nêzî navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye. Di encama teqînê de gelek çete birîndar bûne. Lê hejmara wan nehate zanîn.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin tevlîhevî dewam dikin û her tim teqîn pêk tên. Her wiha di navbera çeteyan bi xwe de jî ji ber sedemên parvekirina milkên sivîlan ên ku hatine desteserkirin, şer derdikeve û buyerên kuştina sivîlan û revandina wan berdewam dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m6gNSnp8L_Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>