Salih Muslim: Serkeftina Garê wê bibe destpêka hilweşadina dewleta Tirk  

Salih Muslim serkeftina li çiyayên Garê li hemû gerîla û gelê Kurdistanê pîroz kir û got çawa şikestina DAIŞ li Kobanê bû destpêka hilweşandina tevahî DAIŞ`ê, ev têkçûna dagirkeriya Tirk a li Garê jî wê bibe destpêka hilweşandina dewleta Tirk.

Salih Muslim: Serkeftina Garê wê bibe destpêka hilweşadina dewleta Tirk  
14 sibat, 2021   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Salih Muslim da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze têkçûna xwe bi dîlgirtiyên di destê gerîlayên HPG`ê û YJA Starê de veşere û wiha got: “Heqîqet ne ew e. Heqîqet tunekirin, dagirkirin û mayîndebûna li herêma Başûr bû.”

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Salih Muslim di derbarê binkeftina dewleta Tirk a dagirker li Garê ji ANHA’ye re axivî.

‘BERXWEDANA 4 ROJAN YA GERÎLA Û GEL DAGIRKERÎ TÊK BIR’

Muslim di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Garê de anî ziman ku êrişeke gelek berfireh bû û got: “Amedekariyeke gelek mezin ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin. Çûyîna dagirkeran li Bexdayê hevdîtinên bi rayadaran re û her wiha  wezîrê şer, cigîr û fermandarên xwe ji bo wê êrişê kiribûn tevgerê. Armanc ew bû ku Garê bi giştî di carekê de dagir bike. Bêguman berxwedana gel û gerîla piştî 4 rojan bûn sedem ku dagirker têk biçin. Bêguman dixwaze têkçûna xwe jî bi dîlgirtiyan re veşere. Lê heqîqet ne ew e. Heqîqet tunekirin, dagirkirin û mayîndebûna li ser xaka Başûr bû. Ev êriş jî di çarçoveya ku dewleta Tirk çi derfetê bibîne wê gelê Kurd tune bike de pêk hat. Lê berxwedana gel û gerîla a di nava 4 rojan de plana dagirkirin a dagirkeran vala derxist. Berxwedana ku çêbû berxwedaneke bêhempa bû.”

‘DI VAN ÊRIŞAN DE DÎSA HOVÎTIYA WAN DERKET’

Muslim destnîşan kir ku di van êrişan de hovîtiya dewleta Tirk dîsa derket hole û got: “Ev dilgirtî demeke dirêj e di destê  gerîla de bûn û tiştek bi wan nehatibû. Di van êrişan de dewleta Tirk li wan nehat rehmê û 13 kes bi awayekî hov kuştin. Ew bi destê dewleta Tirk bi xwe hatin kuştin. Dagirker piştî saetên di derengiya şevê de bi dizî ragihand ku êrişa dagirkirinê bi dawî kirine. Ev jî delîl e ku dixwazin bi awayekî veşartî û tu kes pê nehise, wekî kesên ku dizî kirine ji gel re bibejê `Di vê êrişa dagirkirinê de em şikestin."

‘EV BINKEFTIN WÊ BIBE DESTPÊKA HILWEŞANDINA DEWLETA TIRK’

Muslim diyar kir ku çawa şikestina DAIŞ li Kobanê bû destpêka hilweşandina DAIŞ`ê bi temamî, ev têkçûna dagirkeriya Tirk a li Garê jî wê bibe destpêka hilweşandina dewleta Tirk û got: “Çi aliyê siyasî, çi dîplomasî û çi jî leşkerî be, hêvîdar im ku gelê me tu carî wê berxwedana xwe sist neke, lê berxwedana xwe mezintir bike. Ev buyerên niha di salvegera dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan de pêk hatin, ev bi awayekî zanebûn bû, lê divê ev rihê berxwedanê bi azadiya fizîkî ya  Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”

 Salih Muslim di dawiyê de serkeftina ku gerîlayên HPG`ê û YJA Starê li Garê bi dest xistin, li tevahî gerîlayan û gelê Kurdistanê pîroz kir.  

ANHA