Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk leşkerên xwe dikuje

Dewleta Tirk a dagirker dema ku kampa êsîran bombebaran kir, sûcek li dijî leşkerên xwe yên ji aliyê HPG`ê ve dîl hatibûn girtin, kir. Dewleta Tirk berê jî gelek sûcên bi vê rengî kirine.

Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk leşkerên xwe dikuje
14 sibat, 2021   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN- MISTEFA ELO

Di 10`ê Sibatê de, artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li xaka Başûrê Kurdistanê, dest bi êrişekê kir.

Di êrişê de, balafirên şer ên artêşa dagirker kampeke êsîrên li gel HPG`ê bombebaran kir. Ew êsîr endamên îstixbarat û artêşa dewleta Tirk a dagirker bûn.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ya îro, di bombebaranê de gelek êsîr hatine kuştin.

Aliyên fermî yên dewleta Tirk îdia dikin ku Hêzên Parastina Gel (HPG) êsîr kuştine, lê belê ew êsîr ji beriya 5 salan ve li gel HPG`ê bûn û nehatin kuştin.

Xala duyemîn ku îdiayên dewleta Tirk li derewan diqelibîne, dîroka wê ya reş e. Di dema êrişa dagirkeriya Tirk a li ser kantona Efrîn de sala 2018`an, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) komeke efser û leşkerên Tirk esîr girt. Lê belê artêşa Tirk a dagiker ew kom hedef girt û di encamê de hejmareke şervanên YPG`ê şehîd bûn û êsîrên Tirk hatin kuştin.

Di 22`yê Cotmeha 2007`an de jî, HPG`ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 8 leşkerên Tirk esîr girtin, piştre bi navbeynkariya saziyên sivîl û şandeyên siyasî ew di 4`ê Mijdarê de berdan.

Dewleta Tirk yekser bi esîrên hatine berdan re lêpirsîn kir. Wê demê Mehmet Alî Şahîn ku berpirsê herêmê û leşkerên hatine berdan bû, wiha gotibû “xwezî hatibana kuştin û nehatibana dîlgirtin.”

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan şaxê Amedê, di navbera salên 1990 û 2012`an de 67 polîsên Tirk, 32 hevkarên dewletê, 145 karmendên Tirk, 15 siyasetmedar, 38 turîst, 2 rojnamevan û 36 sivîl hatin girtin, lê belê PKK`ê ew hemû berdan.

Ev dane piştrast dikin ku dewleta Tirk dikare bi xemsarî welatiyên xwe jî bikuje.

(cx)

ANHA