Amirî der barê êrişa dewleta Tirk li ser Şengalê hişyarî da

Fetih Hadî Amirî, bal kişand ser gefên dewleta Tirk li ser Şengalê de û got, li gorî hin agahiyên îstixbaratî artêşa Tirk bi niyete êrişek li dijî çiyayê Şengalê pêk bîne.

Amirî der barê êrişa dewleta Tirk li ser Şengalê hişyarî da
14 sibat, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, di daxuyaniyek de diyar kir li gorî hin agahiyên îstixbaratî yên piştrastkirî, dewleta Tirk bi niyete li dijî Çiyayê Şengalê dest bi êrişê bike.

Hadî Amirî bang li dewleta Tirk kir ku dest ji van destdirêjiyên xwe yên dijminane berde û got: “Ev destdirêjahiyên dijminane ne di xizmeta her du welatan de ne û wê bandorek neyînî li ser têkiliyên navnetewî jî bike. Em li bendê bûn ku dewleta Tirk bi temamî ji axa Iraqê vekişe, çi ji Başîqa çi jî li xeta sinor ku di van demên dawiyê de dagir kiriye, neku dagirkeriya xwe zêde bike.”

Amirî ji Hikûmeta Iraqê xwest ku tedbîrên pêwîst ji bo destdirêjiyên li ser axa Iraqê bigre.

Amirî wiha domand:“Hêzên leşkerî yên Iraqê, Heşda Şebî û saziyên ewlehiyê bi saya xwedê dikarin parastina axa welat a pîroz bikin.”