Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşeleyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir

Li Tebqayê bi meşeke meşeleyî komploya 15'ê Sibatê ya li dijî rêbera Abdullah Ocalan hate şeremzarkirin.

Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşeleyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşeleyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşeleyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşeleyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşeleyî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
13 sibat, 2021   20:28
TEBQA

Meşa bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hatiye organîzekirin, bi sedan şênî, tevî endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên Tebqayê tevlê bibûn.

Meş ji taxa Ewel a bajarê Tebqayê dest pê kir û bê navber durişmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin avêtin.

Meş li  taxa Sanî bi dawî û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Komîteya Rêbertî Cuheyna El-Miso axivî, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û her ferdekî azad kir ku banga azadiya rêbertî bike.

Cuheyna El-Miso got: "Bi dengekî em ji hêzên komploger re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin, bijî rêbertî û bê serok jiyan nabe."

Piştre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, endamê tevgerê Hesen Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî girtina rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin: "Tevahî pêkhate û gelên azad ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrs vê komployê red dikin û şermezar dikin. Ev kompo sûc e ku ji bîra gelan naçe û dibe agireke erşê Erdogan û çeteyên wê bişewitîne."

Ciwanan her wiha di daxuyaniya xwe de gotin: "Ji vir ji bajarê Tebqayê em peyamekê ji rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan re dişînin û dibêje, em li ser soza xwe ne, şopdarên xeta te ne, em ê newestin û ranwestin ta ku tu azad bibe û bi ramanê xwe tevahî cîhanê ronî bike."

ANHA