Li Qamişlo derbarê girîngiya projeyên biçûk û navîn de semîner

Navenda Firat a Lêkolînan semînerek li ser "Rola geşkirina projeyên biçûk û navîn li herêma Cizîrê" li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo da.

Li Qamişlo derbarê girîngiya projeyên biçûk û navîn de semîner
Li Qamişlo derbarê girîngiya projeyên biçûk û navîn de semîner
Li Qamişlo derbarê girîngiya projeyên biçûk û navîn de semîner
Li Qamişlo derbarê girîngiya projeyên biçûk û navîn de semîner
Li Qamişlo derbarê girîngiya projeyên biçûk û navîn de semîner
Li Qamişlo derbarê girîngiya projeyên biçûk û navîn de semîner
13 sibat, 2021   19:46
QAMIŞLO

/ar/uploads/files/2021/02/13/170951_slyman-ilyas.webp

Nûnerên hin saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser beşdarî semînerê bûn. Endamê rêveber ê Navenda Firat a Lêkolînan a bajarê Qamişlo Dr. Silêman Îlyas bixêrhatina beşdaran kir û girîngiya semînerên aborî diyar kir.

/ar/uploads/files/2021/02/13/171037_shwqy-mhmd-.webp

Lêkolîner û akademîseyê aborî Şewqî Mihemed axivî, behsa girîngiya projeya biçûk û navîn di tevahî qadan de kir û got: "Ev projeyan bingehek hilberîna cûrbecûr diafirînin, nîşaneyên sereke yên aboriyê baştir dikin û pirsgirêka bêkarî û xizaniyê çareser dikin."

Her wiha behsa astengiyên ku li pêşiya pêşxistina projeyên biçûk û navîn û rêbazên derbaskirina wan destnîşan û got: "Astengiyên li pêşiya van projeyan derdikevin astengiyên civakî, teknîkî, bazirganî, îdarî, rêxistinî û darayî ne, her wiha ewlehî û bêaramiya siyasî ku bandorek mezin li ser pêşxistina van projeyan dike."

Mihemed îşaret bi hawirdora veberhênanê (Istîsmar), mekanîzmayên afirandina hawayeke veberhênanê ya guncan ji bo projeên biçûk û navîn û awayê pêşxistina kir û hin mekanîzmayên ji bo pêşxistina aboriyê, nemaze projeyên biçûk û navîn pêşniyar kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo got: "Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm, dikarî di nava du salên derbasbûyî de krîza aborî derbas bike, ev yek bi rêya vekirina projoeyên pêşesazî û çandinî pêk hat. Her wiha gelek projeyên me ji bo sala bê hene."

Şewqî Mihemed ji ANHA'yê re axivî û got, wan serdana tevahî saziyên aborî yên Rêveberiya Xweser kir û projeyên ku pêk anîne nîqaş kirin û wiha domand: "Me pirsgirêk û astengiyên ku di projeyên wan de derketine me keşif kirin. Ji wan projeyên îdarî, tunebûna pisportiya di projeyan de, hin pirsgirêkên qanûnî yên derbarê kar û îstîsmarkirin bûn. Ev qanûn ji bo afirandina hawayeke guncaw girting in."

ANHA