Kongreya Star: Bi fikirê rêber Apo em ê têkoşînê bidomînin

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: " Banga me ji tevahî hezkirên aştiyê li cîhanê heye ku xebatên xwe yên aştiyane ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî berfireh bikin"

Kongreya Star: Bi fikirê rêber Apo em ê têkoşînê bidomînin
13 sibat, 2021   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasiyona Kongreya Star a Rojava bi rasthatina Komploya Navnteweyî ya li dijî rêbera Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî da, komplo bi tundî şermezar kir  û bang li civakên azad kir ku dawiyê li tecrîd û girtina rêbertî bîne .

DAXUYANÎ WIHA YE :

Bi nêzikbûna salvegera 22'yan ya Komploya Navneteweyî ya li ser rêberê mirovahiyê , rêberê gelê kurd rêber Apo ya ku di dîroka 9'ê Cotmeha 1998'an bi destê istîxbarata Tirk, bi hevkariya Rêxistina NATO'yê (Giladiyo)û desthilatdarên Kenya (Neyrobî) her wiha sefareta Yewnanê pê hat. Kompo piştî deketina Rêber Apo ji Sûriyê dest pê kir û di dîroka 1999'an de hate girtin. Li Neyrobî yê ku qaşo mêhvanperweriya rêber Apo ta du hefteyan dikirin, piştî şopandineke demdirêj ya ji aliyê MÎT'ê dewleta Tirk û hevalbendên wê ve , derketina Rêber Apo ya ji Sûryeyê di sala 1998'an ji ber ku dewleta Tirk gef li Sûriyê dixwarin , di encamê de hevpeymaneke bêbext , bi navê hevpemana Adenayê hate îmzekirin ku ta roja îro dibe hincet ku dewleta Tirk destdirêjiya xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê bike. Rêber Apo bi destê istîxbarata Tirk li paytexta Kenya (Neyrobî) hate revandin û birin cihekî nediyar , bi hevpeymana desthilatdarên Kenyayê . Komploya Navdewletî ya ku li dijî Rêber Apo de hate pêkanîn xelekek ji zîncirên komployên ku li ser gelê herêmê bi giştî û bi taybet gelê Kurd hate çêkirin wekî hevpeymana Saykes Pîcot û gelek hevpeymanên dîtir . Revandina Rêber Apo di bingeh de li dijî hevpeyman û zagonên navdewletî ye , bi taybet Insiyatîfa Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan û peymana navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasetmedaran , ji ber ku Rêber Apo temsîla îradeya bi milyonan gelê Kurd û tevahî netewên ku birçiyê azadî, jiyana hevbeş û demokrasiyê ye . Bi teqez me berê ragihandibû û em radigihînin ku em ê xebatên xwe bi kaniya fikir û felsefeya Rêber Apo berdewam bikin û em zelal dikin ku bê azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn tuneye . Ji ber vê yekê banga me ji tevahî saziyên dadwerî , kesayetên ku bendewarên aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê ne ji bo azadiya Rêber Apo xebatê bikin û ji bo Rêber Apo her tiştê ku pêwîst e bê kirin bikin . Êdî wijdanê mirovahî bingeha felsefe û zayartiyê di girtîgehê de bimîne dûrî gel û doza demokrasiyê bimîne tehemul nake. Edî pêwîst e civaka Rojhilata Navîn bigihêje demokrasiya xwe. Di vê çarçoveyê de em berxwedaniya tevahî têkoşer û çalakgerên ku li dijî bêmafî û girtina Rêber Apo ketina nava çalakiyan silav dikin . Tecrîda girankirî li ser Rêber Apo li dijî peymanên mafên mirovan û peymanên navdewletê ye . Banga me ji tevahî hezkirên aştiyê li cîhanê heye ku xebatên xwe yên aştiyane ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî berfireh bikin .

Em weke Koordînasiyona Kongreya Star ku ew jî yek ji berhemên fikirên Ocalan in em baş dizanin ku komploya navdewletî di kesayeta Rêber Apo de ya ku hate pêkanîn tenê Kesayeta Rêber Apo hedef negirt , lê belê îradeya gelê Kurd , gelên azad û bi taybet îradeya jina azad li cîhanê hedef digire . Ji ber ku Rêber Apo ne tenê hêz da jina Kurd , li kêlek wê hêz da jinên Suryan, Ermen , Çerkez û tevahî jinên Rojhilata Navîn bi rêya xwendina parêznameyên Rêber Apo û şopandina fikirên wî, her wiha hêz û îrade da jinên ku mafên xwe yên ku ji destê wan hatî girtin bi destxîne . Di dawiyê de banga me ji bo Konseya Mafên Mirovan a Yekitiya Ewropa û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî heye ku  dewleta Tirk neçar bikin ku vê tecrîdê bi dawî bike û Rêber Apo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî çêbibe ."

ANHA