Komên çete yên li Efrîn bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê di şerê di navbera komên çeteyan de 6 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Komên çete yên li Efrîn bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
13 sibat, 2021   20:01
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Efrînê dane, di saetên piştî nîvro de di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket. Şer ji ber nakokoiyên ser kel û pelên qaçaxî ji gundê Basûtê yê bajarê Efrînê bû.

Çavkaniyan gotin, şer di navbera çeteyên Feyleqa 3'an (Cebha Şamiya) û çeteyên Ceyş El-Îslam de bû. Di encamê de 5 çeteyên Cebha Şamiya, çeteyekî Ceyş El-Îslam hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dCA3j-j_O-0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>