Li Tebqayê panelek li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin

Li Tebqayê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan panelek bi beşdarbûna şêx û rûspiyên êlên Ereb ên Tebqa û Reqayê hate lidarxistin.

Li Tebqayê panelek li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin
Li Tebqayê panelek li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin
Li Tebqayê panelek li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin
Li Tebqayê panelek li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin
Li Tebqayê panelek li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin
Li Tebqayê panelek li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin
13 sibat, 2021   18:57
TEBQA

Komîteya Azadiya Rêberî ya Tebqayê bi hevkariya Komîtya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û bi diruşma  "Ji Tebqa..ji yê ku biratiya gelan vegerand re azadî.. ji rêberê mirovahiyê re azadî" panelek têkildarî komploya navneteweyî li dar xist.

Panel li navneda çand û hunerê ya Tebqayê bi beşdarbûna nûnerên meclisên leşkerî sivîl, parêzer, dadwer, şêx û rûspiyên ereb ên Reqa û Tebqayê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, sinivîzyoneke li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, kesên ku beşdarî wê bûn û bandora wê li Rojhilata Navîn hate pêşanda.

Panel ji aliyê endam û rêveberên Komîteya Rêbertî Adil Hehmûd, Ferzend Munzir, Abdullah El-Kirdî û Cuheyna Miso ve hate birêvebirin.

Di panelê de serokê Partiya Yekitiya Sosyalîst parêzerê misirî Behaedîn mijara yekemîn a panelê ya derbarê destpêkirina komplo, sedemên wê, encam û bandorawê şîrove kirin.

Piştre endamên dîwanê deriyê nîqaşê li pêş berşdaran vekir. beşdaran behsa ramanê rêberî, komplo û tecîrda li dijî wî hatiye ferzkirin kirin. Her wiha banga azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Mijara duyemîn  ji aliyê Fîras Mistefa, Fatima Ebas, Musena Ebdulkerîm û Ferzende Munzir ve hate şîrovekirin.

Piştre dîmenê ronakbîrê misirî Celal Zenatî yê ku beşdarî Kampanyaya ji Ocalan re azadî bûye, hate pêşandan ku, banga girîngiya azadiya Ocalan dike û dibêje, Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê tevahî gelan e.

Endama Komîteya Rêbertî Fatima Ebas mijara "Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser" şîrove kir û beşdaran jî nêrînê xwe anîn ziman.

Panel bi girtina bi dawî bû, ji wan:

-Divê fikir û felsfeya rêber Ocalan bi rêya semîner, panel û komxebatan bi awayekî berfireh di nava hemû beşên civakê de, were belavkirin.

- Bi banga azadiya rêbertî, divê konferans li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn werin lidarxistin.

-Ji bo teşhîrkirina komployê, têkilî bi rêxistinên navneteweyî û hiqûqî re werin avakirin.

- Li dijî komployê xwepêşandan werin lidarxistin û bi banga azadiya rêbertî kampanyayên komkirina îmzeyan werin destpêkirin.

ANHA