Hêzên siyasî li dijî êrişên dewleta Tirk bang kirin

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku erka xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk bi cih bînin.

Hêzên siyasî li dijî êrişên dewleta Tirk bang kirin
13 sibat, 2021   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişên dewleta Tirk êdî cîhanê aciz dike û gefan li ewlehiya gelên herêmê dixwe û wiha hate domandin: "Dewleta Tirk hewl dide koka gelê Kurd rake. Di vê dawiyê de li bajarên Efrîn û Serêkaniyê yên kurdî serkêşiya pêngaveke koçberkirin û guhertina demografî kir. Çeteyên girêdayî wê dest danîn ser mal û milkên sivîlên Kurd û kesên biyanî yên alîgirên dewleta Tirk li şûna wan bi cih kirin.

Wekî hêzên siyasî yên Kurd û gelê Sûriyê me ji ber siyasetên dewleta Tirk ên bi armanca têkbirina hebûna me ya dîrokî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek azar kişandin. Dewleta Tirk hewl dide hêmanên projeya me ya Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhate Ereb, Suryan û Kurd û Asûr tê de cih digirin, bike hedef.  Di heman demê de hewl dide Şengal a li Iraqê dagir bike, fitneyê li Kerkûkê derxîne, her wiha êrişî çiyayê ên herêma Kurdistanê dike, da ku destkeftiyên gelê Kurd tengav bike û ewlehî û aramiya herêmê tehdîd bike û herêmên wê qut bike."

Partiyan bang li raya giştî ya Kurdistanê û tevahî hêzên kurdistanî bê cûdabûn kir ku gefên dewleta Tirk bi cidiyet bigirin û qebû nekin, li pey nakokiyên navxweyî ku dewleta Tirk sûdê jê digire nekevin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî serdestiya dewletan bi cih bîne û nehêlin ku dewleta Tirk bi çi hincetî be serdestiyê dewletekê binpê bike. Partiyan her wiha bang li civaka navnetweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da li xaka xwe vegere û pirsgirêkên xwe yên navxweyî, di serî de doza gelê Kurd li Tirkiyê bi awayekî adilane çareser bike û siyasetên derxistina pirsgirêkan ji dewletên cîran re terik bike.

Partî û hêzên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî û komîteyên pispor kirin "Çavdêriya binpêkirinên qanûnên navneteweyî yên mirovî ku dewleta Tirk ên bajarên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, bikin û binpêkirinan belge bikin, her wiha berpirsên binpêkirinan muhasebe bike û koçber û penaberên vegerînin herêmên wan ên resen."

Partiyên siyasî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku nehêlin ajnîdeyênd ewleta Tirk serdesteiya Iraq, sînor û nirxên wê bin pê bike.

Partî û hêzên siyasî yên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

-Tevgera Civaka Demokratîk

-Partiya Yekitiya Demokratîk

-Kongreya Star

-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Lîberal a Kurdistanê

-Partiya Komunist a Kurdistanê

-Partiya Demokrat a Kurdistanê –Sûriyê

- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrîyê

-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê.

-Partiya Nûjen a Kurdistanê

- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

-Partiya Kedkarên Kurdistanê

-Partiya Kesk a Kurdistanê

- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

-Tevgera Çaksaziyê- Sûriyê

- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

-Partiya Biratî ya Kurditanê

-Partiya Roj a Demorkatîk a Kurd li Sûriyê

-Partiya Niştimaiya Azad- Rojava

-Şepêka Pêşeroja Kurdistanê

-Partiya Têkoşîna Demokratîk

- Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriye

ANHA