Sersaxî ji malbata şehîd El-Elî re hate xwestin

Şêniyên navçeya Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Xelef El-Elî re xwestin .

Sersaxî ji malbata şehîd El-Elî re hate xwestin
13 sibat, 2021   14:17
QAMIŞLO

Duh bi sedan şêniyên navçeya Amûdî ya girêdayî kantona Qamişlo û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed Xelef El-Elî (Ebû Elî) li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeyê spartin axê.

Şehîd Mihemed Xelef El-Elî  sala 1993'yan li bajarê Helebê ji dayik bûye û zewiciye.  Di destpêka 2020`an tev li refên QSD`ê bû. Li bajarê Minbicê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî di 10`ê Sibatê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên Kongreya Star, partiyên siyasî û şervanên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundrîn  sersaxî ji malbata şehîd El-Elî re xwestin. Konê sersaxiyê li gundê Cabiriyê yê 10 km dûrî navenda navçeya Amûdê hatiye vedan.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê meclisa malbatên şehîdan, partiyên siyasî, meclisa navçeyê û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û tekezî li ser girîngiya têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan, hate kirin.

Kesên axivîne, soza berxwedan û têkoşînê ta pêkanîna demokrasî û rizgarkirina  herêmên dagirkirî dan û gotin dê li hemberî tevahî komployên li dijî şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, bisekinin.

Di dawiyê de wesîqeta şehîd ji aliyê endama meclisa malbatên şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6nvzIQDiTFI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>