Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîdan re civiya

Meclisa Malbatên Şehîdan û Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîdan re civiyan. Di civînê de geşedanên li herêmê rû didin û rewşa malbatên şehîdan ên gundewarê Dêrazorê hatin nirxandin.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîdan re civiya
13 sibat, 2021   14:43
DÊRAZOR

Civîn li hola civînan a Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li herêma Kesra ya gundewarê rojava hate lidarxistin. Endamên rêveber ên Meclisa Malbatên Şehîdan, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û malbatên şehîdan beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Dijwar Abdullah rewşa siyasî nirxand.

Abdullah îşaret bi planên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku herdu alî komên çete bi kar tînin da ku armancên xwe yên têkbirina ewlehî û aramiya herêmê pêk bînin. Dijwar Abdullah bal kişand ser tevliheviya ku endamên  "Dîfaa El-Wetanî" yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û sûcên qetilkirina kesayetên eşîr û jinên pêşeng û diyar kir ku armanc ji van kiryaran têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de ye.

Piştre pirsigêrkên malbatên şehîdan û kiliyên wan hatin nîqaşkirin, di nav de alîkardayîna bi malbatên şehîda re.

Di dawiyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan, mekanîzmeya belavkirinê danî ku ser malbatên herî hewcedarî dest pê bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_mMMcbiIX4o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>