Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê 14 şehîdên ku di meha Sibatê de li herêmên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn
Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn
13 sibat, 2021   13:48
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê bi beşdarbûna bi dehan pêkhateyên navçeyê, 14 şehîdên ku di meha Sibatê de li herêmên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. Navê şehîdên ku hatine bibîranîn wiha ne:  Xebat Xilo, Cemşîd Silêman, Dîrok Sêfo, Riyad Elî, Abdull Helîm Ehmed, Baz Îbrahîm, Mamoste Henan, Botan Tehlo, Mûfîd Ehmed, Hemûd Xelef, Dilo Tirbespiyê, Iskender Hacî, Hozan Silêman û Mihemed El-Hebîb.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre malbatên şehîdan mûm vêxistin û sînevîzyonek der barê şehîdan û gotinên rêber Abdullah Ocalan de hate pêşkêşkirin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, Hesen Ibêd bal kişand ser fedakariya şehîdan ji bo gihaştina azadiyê.

Her wiha helbestvan Cemal Hisên helbesteke Cegerxwîn a der barê şehîdan de pêşkêş kir. 

Di dawiya merasîmê de wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4wKX537fccs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>