Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi projeya ronîkirina kolanên Hecînê kir

Meclisa Sivîl a Dêrazorê îro dest bi projeya ronîkirina rêyên bajarokê Hecînê yê Dêrazorê kir.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi projeya ronîkirina kolanên Hecînê kir
Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi projeya ronîkirina kolanên Hecînê kir
Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi projeya ronîkirina kolanên Hecînê kir
Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi projeya ronîkirina kolanên Hecînê kir
13 sibat, 2021   12:58
 DÊRAZOR

Şîrketa El-Nimir a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi koordîneya Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan dest bi projeya ronîkirina rêyên şaxî yên bajarokê Hecînê yê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir.

Di projeyê de kolanên Kelahê, Reşîd, Keysûm, Amadehiya Giştî ku niştecihên wê derdora 11 hezar kes in, dê werin ronîkirin.

Tê payîn ku proje piştî 40 rojan bi dawî bibe. Heta niha 80 amûrên ronîkirinê û 80 stûn li ser rêyan hatin bicihkirin. Ji bo ronîkirina rêyan dema kehrebe qut bibe, jeneratorek hatiye amadekirin.

Li gorî berpirsan, projeya ronîkirina kolanên bajarokê Giranîc ê li rojhilatê Dêrazorê, dê di çend rojên bê de dest pê bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dhUqteFeVqA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>