Ji bo şermezarkirina komployê, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşeke dirêj kir

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê dest bi meşeke dirêj kir ku dê heta 15’ê Sibatê bidome.

Ji bo şermezarkirina komployê, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşeke dirêj kir
Ji bo şermezarkirina komployê, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşeke dirêj kir
Ji bo şermezarkirina komployê, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşeke dirêj kir
Ji bo şermezarkirina komployê, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi meşeke dirêj kir
13 sibat, 2021   12:56
KOBANÊ

Meşê ji çerxerêya gundê Rûfî ku 10 km li başûrê Kobanê ye, dest pê kir.

Di destpêka meşê de, Tevgera Ciwanan daxuyaniyek ji raya giştî re da, di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeran kirin.

Piştî daxuyaniyê, meş bi tevlêbûna bi sedan ciwanên herêma Firatê dest pê kir.

Beşdar dê heya navçeya Til Xezalê bimeşin û bi şev wê li wir bimînin. Roja din dê ciwan meşa xwe ber bi navçeya Şêranê ve bidomînin û piştre li Kobanê tev li meşa navendî ya ji bo şermezarkirina Komploya 15`ê Sibatê bibin.

(dx)

ANHA