​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn

Di salvegera duyemîn a şehadeta wî de, şehîd Egîd Cîlo bi çalakiyeke ku Saziya Zimanê Kurdî li dar xist, li Qamişloyê hate bibîranîn.

​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn
13 sibat, 2021   13:19
QAMISHLO

Yek ji damezirînerên Saziya Zimanê Kurdî û fermandarê YPG'ê şehîd Egîd Cîlo di 13'ê Sibata 2019'an de li Qamişloyê di qezayeke trafîkê de şehîd bûbû. Egîd Cîlo di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Qamişloyê bi çalakiyekê hate bibîranîn.

Li Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Qamşloyê ji bo şehîd Egîd Cîlo çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D), Saziyê Zimanê Kurdî, Yekitiya Rewşenbîran û gelek mamoste û endamên dezgehên çapemeniyê amade bûn.

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Egîd Cîlo hate pêşandan. Piştre endamê Koordînasyona Giştî ya Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Metîn Cîhan axivî û got: "Şehîd Egîd yek ji damezirînerên Saziya Zimanê Kurdî bû û bi kedeke mezin da. Şoreşgerekî mezin bû. Dilnizmî, nirxandina mirov û xwezayê û jidilbûn di şoreşgeriyê de esas in. Wî ev taybetmendî temsîl dikirin."

Metîn Cihan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Şoreş û perwerde huner in. Şehîd Egîd pêşengî ji hunerê re kir. Armanca wî pêşvebirina civakê, perwerde û ziman bû. Divê em hewl bidin armanc û xeyalên wan pêk bînin."

Çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/elXUPbodyKM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>