Li Şêrawayê bi hezaran li dijî komploya 15'ê Sibatê li qadan bûn

Bi hezaran şêniyên navçeya Şêrawa bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li hemberî êrişên ku destkeftiyên ku gelê Kurd dike hedef, têkoşînê geş bikin.

Li Şêrawayê bi hezaran li dijî komploya 15'ê Sibatê li qadan bûn
12 sibat, 2021   15:13
ŞEHBA

Bi durişmeya "Bimire komploya navneteweyî û îxanet", bi hezaran şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê herikîn qadan û komploya navneteweyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê şermezar kirin.

Şêniyan bi posterên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û Heftanînê, pankartên bi nivîsên  "Bimire komploya navneteweyî û îxanet", "Serkeftin serferaziya xeta berxwedanê ye û binkeftin serîdaxistin ji xeta îxanetê re ye", "Bi fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gerîla" li gundê Ziyara hatin ba hev û dest bi meşê kirin.

Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û siyasetên îxanetê hatin berzkirin.

Meş li pêşiya kampa Vegerê ya li deriyê ketina gundê rawestiya. Ji rêveberê Meclisa Naveçeya Şêrawa Hesen Murad axivî û got: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan me xwe û dîroka xwe nas kir, me li hemberî faşîzm û çeteyan serkêşiya şoreşê kir û me civakeke demokratîk ava kir."

Murad got, dê xeta rêbertî bişopînin heta ji girtîgeha Îmraliyê azad bibe.

Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Şêrawa Leyla Xelîl jî axivî û hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li ser gelê Kurd de şermezar kir.

Leyla Xelîl di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk û PDK'ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

ANHA