Rûspiyekî Dêrazorê hikumeta Şamê bi hewldana derxistina fitneyê tawanbar kir

Rûspî û şêxên eşîrên gundewarên Dêrazorê, şaneyên girêdayî hikumeta Şamê bi derxistina fitneyê, têkbirina ewlehiya herêmê û tunekirina projeya jiyana hevbeş tawanbar kir.

Rûspiyekî Dêrazorê hikumeta Şamê bi hewldana derxistina fitneyê tawanbar kir
12 sibat, 2021   08:24
DÊRAZOR

Di demên dawîn de bûyerên kuştina rûspiyên eşîran û kesayetên civakî û siyasî yên gundewarên Dêrazorê dubare bûn. Şêniyên herêmê piştrast dikin ku armanc ji van bûyeran, derxistina tevliheviyê, têkbirina ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser e.

Rûspiyekî eşîra El-Şiêtat a bajarê Xeranîc a gundewarên Dêrazorê Ebûd El-Cebrî, hikumeta Şamê bi derxistina fitneyê li herêmê û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re tawanbar kir û wiha got: “Hêzên hikumeta Şamê li herêmên li ser sînorê bi Tirkiyê re serwer in, tevî ku ew hemû binpêkirinên hikumeta Erdogan pêk tîne dibînin jî, lê ew tu helwestê nîşan nadin.”

El-Cebrî destnîşan kir ku lihevkirinek di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de heye ji bo ku rewşa herêmê tevlîhev bikin û bi rêya şaneyên girêdayî aliyên herêmî kesayetên sembolîk bikin hedef da ku projeya neteweya demorkatîk tune bikin. El-Cebrî wiha domand: “Ji ber ku rewşa li herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de aram bûye, hikumeta Şamê hewl dide tevliheviyê li herêmê derxe û ewlehiya wê têk bibe.”

‘EM BAZARAN LI SER WELATÊ XWE QEBÛL NAKIN`

El-Cebrî piştrast kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destwerdana derve û bazara li ser çarenûsa welatê xwe qebûl nakin û diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) deriyê diyalogê bi hikumeta Şamê re vekir, lê wê qebûl nekir. El-Cebrî daxuyand ku ji redkirina hikumeta Şamê diyar dibe ku lihevkirinek di navbera wê û dewleta Tirk de heye, her dixwaze li herêmên bakurê Sûriyê tevliheviyê derxe.

El-Cebrî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em vê destwerdanê red dikin. Em bazaran li ser welatê xwe qebûl nakin. Em qebûl nakin ku pêkhateyên Sûriyê parçe bibin. Em dixwazin ewlehî û aramî pêk bê. Em nahêlin tu alî nêrîna xwe li ser me ferz bike, ne hikumeta Şamê û ne aliyekî din.”

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x9eL307l4Es" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>