Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê li başûrê Sûriyê bi cih bû

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosyaya Sûriyê, navbeynkariya Rûsyayê ji bo ketina hêzên hikumeta Şamê ji başûrê Sûriyê re û rewşa Lîbyayê  kir.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê li başûrê Sûriyê bi cih bû
12 sibat, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ BI NAVBEYNKARIYA RÛSYA DERBASÎ BAŞÛRÊ SÛRIYÊ DIBIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsast têkildarî rewşa Sûriyê, behsa navbeynkariya Rûsyayê kir ku bi wê yekê hêzên hikumetê derbasî Sûriyê bûn. Rojnameyê wiha got: “Duh, hêzên hikumeta Şamê ketin bajarê Tefes ê rojavayê Deraa yê başûrê Sûriyê. Ew yek li gorî “bazara” di navbera Furqeya 4`an a bi fermandariya birayê Beşar El-Esed, Mahir El-Esed ji aliyekî ve û hêzên opozîsyonê ji aliyekî din ve ku baregeha Himêmîm tê de navbeynkarî kir, pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) û hin şahidan got, “hêzên rejimê û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wan duh drebasî sûka Hal, taxa başûr û hin dezgehên hikumetê yên bajarê Tefes ê li rojavayê parêzgeha Deraayê bûn. Ew yek di çarçoveya lihevkirina di navbera komîteya navendî û komîteya ewlekariyê de bi navbeynkariya Rûsyayê pêk hat.”

Furqeya 4`an yekem operasyonên xwe yên bicihbûna li gundewarên rojavayê Deraayê di Gulana borî de dest pê kiribû.

Bajarê Tefes di nava herêmekê de ye ku sala 2018`an Amerîka, Rûsya û Urdunê li ser li hev kiribû. Di lihevkirinê de hate gotin, divê hêzên Îranê bên derxistin, hêzên hikumetê û polîstên Rûsyayê ji nû ve bi cih bibin û vegera “hêzên navneteweyî yên rawestandina şer di navbera Sûriyê û Îsraîlê de li Colanê” bê mîsogerkirin.”

‘HEFTER, DEBÎBÊ Û EL-MENFÎ… KILÎTÊN ÎSTIQRARA LÎBYAYÊ’

Rojnameya El-Ereb jî behsa hikumeta demkî ya Lîbyayê kir û got: “Serdana serokê meclisa serokatiya Lîbyayê Mihemed El-Menfî û hevdîtina wî bi fermandarê giştî yê artêşê Mûşîr Xelîfe Hefter re, cidiyeta piştgiriya saziya leşkerî ji bo desthilata rêveber a nû ku beriya hefteyê li Cinêvê hatibû hilbijartin, nîşan da. Bi vê yekê îsbat dibe ku Hefter û El-Menfî û serokê hikumetê Ebdulhemîd Debîbê kilîtên îstiqrara Lîbyayê temsîl dikin.

Li gorî daxuyaniya fermandariya giştî ya artêşê, di hevdîtinê de hate tekezkirin ku hêzên çekdar piştgiriya çalakiya aştiyê dikin.”

(cx)