‘Gelo çawa xebata kanaleke kurdî li ser axa Kurdistanê tê qedexekirin?’

Şêniyên navçeya Çilaxa destnîşan kir ku nedayîna ruxsetê ji kanala Ronahî TV re li Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya çewisandina çapemeniya azad de ye û nakeve xizmeta yekitiya Kurd. Şêniyan pirs kir ku gelo çawa kanaleke kurdî ji xebata li beşeke Kurdistanê tê mehrûmkirin?

‘Gelo çawa xebata kanaleke kurdî li ser axa Kurdistanê tê qedexekirin?’
12 sibat, 2021   09:09
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Bertekên li hemberî helwestên hikumeta Başûrê Kurdistanê ên girêdayî nedayîna ruxsetê ji kanala Ronahî TV re, zêde dibin. Ruxmî ku kanalê tevahiya belgeyên fermî ji bo girtina ruxsetê pêşkêş kirine lê hêzên ewlehiyê anku Asayîşa Hewlêrê, dayîna ruxsetê astan dikin.

Girêdayî mijarê şêniyên navçeya Çilaxa piştrast kirin ku mîna van kirinan nakeve xizmeta yekitiya Kurd û azadiya ragihandinê û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku ruxsetê bidin kanal Ronahî TV.

Şêniyê bi navê Ferec Hisên got: “Min bihîst ku, kanala Ronahî TV tevahiya kaxizên pêwîst pêşkêş kirine, lê çima ruxset jê re nayê dayîn? Diviyabû hikumeta Başûrê Kurdistanê heta bê ruxset rê bida ku kanala Ronahî TV nivîsgehên xwe li Başûr veke.”

Hisên diyar kir ku bi dehan dezgehên çapemeniyê yên derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azad dixebitin, jê jî dezgehên girêdayî desthilatên Başûrê Kurdistanê. Her wiha gelê Rojavayê Kurdistanê temaşekerên kanala Ronahî TV ne, ew dixwaz dikin ku nûnertiyeke çapemeniyê ji bo gelê Rojava yê li Başûrê Kurdistanê jî hebe.

Li aliyekî din jî, Fatme Elî Hisên destnîşan kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê dixwazin nivîsgeha Ronahî TV li Başûrê Kurdistanê jî hebe, bi taybet ji ber ku piraniya xizmên wan li Başûrê Kurdistanê ne. Lê ji nedayîna ruxsetê ji kanalê re, diyar dibe ku desthilatên Başûrê Kurdistanê dijberî çapemeniya azad in.

Şêniyê bi navê Sebrî Osman jî diyar kir ku biryara desthilatên Başûrê Kurdistanê ya nedayîna ruxsetê ji kanala Ronahî TV re, cihê rexneyê ye. Her wiha bi bîr xist ku ev pêvajo, pêvajoya yekitiya Kurd e, ne pêvajoya qedexekirina kanaleke Kurd e.

Nicûde Faris bi lêv kir ku ew bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê dike ku ji van biryarên bi paş de vegerin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji mafê kanalê ye ku nivîsgeheke xwe li Başûrê Kurdistanê veke û nûnertiya gelê Rojava li wir bike, mîna çawa li vir nûnertiya wê tê kirin. Gelo çima ruxset ji kanaleke kurdî re nayê dayîn, tevî ku ew kanal li piraniya dewletan ruxsetkirî ye?"

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J_PouyxAPTw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>