​​​​​​​Rojnamevan Seyîd Evran: Kurd dê xaka xwe li dijî dagirkeran biparêzin

Rojnamevan Seyîd Evran êrişa artêşa Tirk a dagirker a li dijî Garê nirxand û got "Yên ku li hemberî êrişên bi vî rengî yên dagirkeriyê roleke diyarker dilîzin, gerîla ne. Heke mirov bala xwe bide; êriş dikin, hêzên xwe datînin, hêzeke mezin tînin, 5-6 saetan bombeyan dibarînin lê bi guleyeke gerîla psîkolojiya wan hemû serûbin dibe.”

​​​​​​​Rojnamevan Seyîd Evran: Kurd dê xaka xwe li dijî dagirkeran biparêzin
12 sibat, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Artêşa Tirk a dagirker piştî êrişên hewayî yên dijwar şeva 10'ê Sibatê li Garê ku ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi daxistina leşkeran bi helîkoptêrên Skorsky, dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Heman şevê di navbera gerîlayên HPG'ê û hêzên dagirker de pevçûnên dijwar rû dan û gerîla bersiv da êrişên artêşa Tirk a dagirker. Agahiyên ji çavkaniyên gerîla tên, diyar dikin ku artêşa Tirk li Garê windahiyên mezin dane.

HPG'ê ragihand ku 10'ê Sibatê danê nîvro dewleta Tirk li Garê bi êrişên hewayî yên hemwext, êriş biriye ser gelek deveran û piştî êrişên hewayî hewl daye ku leşkeran dayne herêmê lê rastî berxwedana gerîla hatiye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk de jî hate gotin ku kuştî û birîndarên wan hene, lê belê hesabên medyaya civakî yên Tirk diyar kir ku ji bilî hejmara Wezareta Parastinê ya Tirk daye, gelek leşkerên din jî hatine kuştin.

Rojnamevan Seyîd Evran li ser armanca êrişên dagirkeriyê yên li dijî Garê, pêşketinên gengaz û rûdanên dawîn ên li vê herêmê ji ajansa me re nirxandin.

Rojnamevan Seyîd Evran diyar kir ku hikumeta Erdogan a faşîst ji roja destpêkê ya desthilata xwe ve armanc kir ku êriş bike û destkeftiyên Kurdan ji holê rake û got: "Erdogan bi êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan re destûra nû, hilbijartin û sîstema serokatiyê ava dike. Ev yek nîşan dide ku bloka AKP-MHP'ê di siyaseta hundir û derve de çiqasî tengijiye.”

Evran diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Gareyê xwedî bandoreke navneteweyî ye û balkêş e ku ev êriş piştî hilbijartinên DYA'yê hatine kirin û ev nirxandin kir: "Serokê nû yê DYA'yê hema piştî hilbijartinan ragihand ku ew ê li şûna siyaseta li ser bingeha têkiliyên dualî, siyaseta saziyî bikin. Di serdema Trump de Erdogan û Trump siyasetên dualî dimeşandin. Lê belê DYA’yê siyaseta bi vî rengî li dû xwe hiştiye. Bê guman ev nayê wê wateyê ku DYA dest ji Tirkiyê berdide. Amerîka dê tu carî dest ji Tirkiyê bernede, lê dikare dest ji Erdogan û AKP’ê berde. Yekane hêza ku Erdogan û AKP ava kiriye, DYA ye.

Erdogan beriya ku Trump here, hewl da êrişeke wiha bike û xwest di qonaxa derbasbûnê de valahiyê binirxîne. Niha ku hikumeta nû hat. Divê qet neyê jibîrkirin ku dewleta Tirk hemû êrişên li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û gelê Kurd bi agahdariya DYA, NATO û hêzên navneteweyî pêk tîne."

Evran anî ziman ku AKP tu carî dest ji polîtîkayên xwe yên komkujiyê û qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiyê bernedaye û got: “Erdogan gotibû 'Hêzên me yên ewlekariyê; jinan bin jî, zarok bin jî, çi hewce be dê bikin'. Dewleta Tirk li gorî vê planê herêm dabeş kirine û êrişên xwe berdewam dike. Di Kanûna 2017'an de berê xwe da Biradostê û piştî têkçûna xwe, çû Efrîn dagir kir. Xwest di sala 2018'an de êrişên xwe yên Biradost bi pêş ve bibe. Vê carê di sala 2019'an de berê xwe da Heftanînê, piştre Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Piştre jî êrişa li ser Heftanînê domand. Tundiya van êrişan jî neguheriye."

Seyîd Evran got: “Awayê vê tundiya van êrişan guherî û vê carê xwestin xwe ji tengasiyê derxin û xwe ji MHP'ê re îsbat bikin. Lewma di polîtîkaya wan a giştî de tu guhertin nîn e, Erdogan mîmarê şerê tevkujiyê yê li dijî gelê Kurd e."

‘HPG DERBEYÊN GIRAN LI DAGIRKERAN DIDE’

Evran got gerîlayên HPG'ê li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Gareyê berxwedaneke mezin dikin û derbên giran li dagirkeran didin û wiha dewam kir: “Niha li hemberî qadên gerîla êrişa dagirkeriyê heye. Bêguman gerîla wê li ber xwe bide. Li dijî êrişên heyî ne tenê li Gareyê, li hemû qadên din berxwedan didome. Bêyî balafirên keşfê, bi tu awayî li Biradostê leşkerekî 24 saet li girên li herêma xwe nîn e. Li Heftanîn û hemû qadên din rewş bi vî rengî ye. Di êrişên bi vî rengî yên dagirkeriyê de kontrgerîla di dewrê de ye. Eger hûn bala xwe bidinê; êriş dikin, hêzên xwe datîin herêmê, 5-6 saetan bombe dikin, lê ji aliyê psîkolojîk ve bi guleyeke gerîla serobin dibin. Di hemû êrişan de gerîla bi berxwedana xwe derbeyên mezin li dagirkeran xistin. Çi artêş dibe bila bibe, li pêşberî taktîkên gerîla şansê wan ê serkeftinê nîn e.”

Rojnamevan Evran diyar kir ku balkêş e dewleta Tirk windahiyên xwe destpêkê li ser hesabên medyaya civakî ragihandin û got: “Dewleta Tirk hêdî hêdî dest bi aşkerakirina windahiyên xwe kir. Abdullah Agar ê ku berê serkirdeyê hêzên taybet ên dewleta Tirk bû, ji bo ku şer zêde bibe, rastiyan berovajî dike. Lê belê di hesabên medyaya civakî yên Tirk de têkildarî hejmara zêde ya kuştî û birîndaran gelek parvekirin hebûn."

‘JI XEYNÎ ÇEND HÊZAN, HER KES LI DIJÎ ÊRIŞA DAKIRKERIYÊ YE’

Evran got êrişa li dijî Gareyê piştî serdana Hulusî Akar pêk hatiye û plana wê êrişê di wê serdanê de hatiye çêkirin û wiha axivî: “Di hevdîtinên li Hewlerê yên 19'ê Çileyê de li ser hin mijaran li hev kiribûn. Lê belê ez ne bawer im ku tevahiya PDK'ê alîgirê vî şerî be. Hin kesên bi navê PDK'ê tên naskirin, ne alîgirên vê dagirkeriyê ne. Mînak; hin hêzên pêşmerge yên li herêmê, eşîrên girêdayî PDK'ê ne. Lê şer naxwazin. Hêzên pêşmerge yên bi piştgiriya gel jî tev li vî şerî nabin.”

Rojnamevan Seyîd Evran got di meha Mijdarê de Mesrûr Barzanî hêzek şandibû herêmê, tişta ku niha Tirk hewl didin bikin, wê demê wî bi xwe xwestibû bike û wiha pê de çû: “Ji ber ku raya giştî ya kurdî û eşîrên Başûrê Kurdistanê li dijî wê derketin, ev nehat kirin. Ez her tim van pirsan dipirsim; 1- Hêza dagirker ji hêzên li Behdînan pêk tê û ne ji derve ye. 2 - Kî qebûl dike ku hema hema hemû helîkopterên êrişê, ji Hewlerê û derdora wê radibin?  NATO, Amerîka yan hikumeta Başûrê Kurdistanê? Divê ev her tim bê aşkerakirin. 3 - Çima heya niha Iraq ew qas bê deng e? Çima helwesta xwe nîşan nade? Bi ya min divê teqez ev werin aşkerakirin.”

Evran bal kişand ser daxuyaniya Mesrûr Barzanî ya piştî êrişa dagirkeriyê jî û got: “Kurd di wê pozîsyonê de ne ku li ser xaka xwe li dijî dagirkeran şer bikin. Çawa dibe ku malbata Kemdî ji Enfalê bireve û biçe Bakur? Çawa dikare biçe Rojhilat? Qazî Mihemed li dijî dadgehên Îranê gotibû 'Ev Kurdistan e, ne hewce ye ku tu Kurd destûrê ji kesî bistînin. Welatê wan e. Ez niha wek serokkomar têm darizandin ku ez kesî venaxwînim vir, ew tên welatê xwe.' Kî dikare ji bo hêzeke Kurd ku li dijî dagirkeran radiweste, bibêje “yên din”. Wê demê dikare bê gotin ''Te li Bakur çi dikir?'' an ''Tu li Rojhilat çi dikî?'' Wek ENKS ji we dipirsin ku hûn li Rojava çi dikin. Ev yek wesfeke rewakirina êrişên dagirkeriyê ye. Ew e ku dagirkeran mafdar bikin û hewl bidin kesên ku li dijî dagirkeran li ber xwe didin, wek sûcdar nîşan bidin û her kes baş dizane bê ka ev polîtîka ya kê ye û ji ku derê derdikeve.”

‘BANGA CEMÎL BAYIK BÊ BERSIV MAYE’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik herî dawî ji PDK'ê xwestibû ku pozîsyona xwe ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û helwesta wê ya li hember gerîla eşkere bike.

Têkildarî wê daxuyaniyê jî Evran got: “PKK û KCK bi rêya çapemeniyê siyaseteke pir vekirî û şefaf didin meşandin û li ber çavê raya giştî siyasetê dikin. PDK bi xwe ne wisa ye. Li pişt deriyên girtî bi dizî siyasetê dikin. Tu bersiveke fermî tune ye. Lê nizanim bê ka bersiv bi veşartî hatiye şandin an na."

Der barê helwesta gel a li dijî êrişan de jî Evran got:  Ji ber ku roja destpêkê bû, reaksîyonên cidî derketin holê. Kurd pê hesiyan ku bi êrişeke li dijî man û nemana xwe re rû bi rû ne. Bi hesasiyeta vê rewşê re Kurd li 4 parçeyan nêzî hev dibin. Kurd dizanin ku li dijî wan şer tê kirin. Haya her kesî jê heye ku li dijî hemû destkeftiyên Kurdan êriş heye. Bêguman yên li vê derê li ser navê gel siyasetê dikin, xwedî wê erkê ne ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Evran bal kişand ser bêdengiya partiyên ji bilî YNK, Goran û PDK’ê jî û wiha axivî: “Li Başûrê Kurdistan tenê PDK tune ye. Bertekên hin aliyan ên neyekser hene. Ev bertek bi rêya mirovan tên aşkerakirin. Yên ku banga helwestê dikin jî hene, êrişan wek dagirkerî bi nav dikin. Her wiha kesên ku dibêjin ev êriş êrişa li dijî destkeftiyên gelê Kurd in jî hene. Lê belê daxuyaniyeke fermî ya cidî nîn e. Ez difikirim ku wê di nava çend rojan de daxuyaniyekê bidin. Di rastiyê de ev sekn di heman demê de rewşeke ku bertekên navneteweyî û herêmî nîşan dide jî derdixe holê. Hin ji wan jî ji destpêkê ve xwedî helwestên zelal in, divê ev jî bê zanîn.”

Seyîd Evran wiha axivî:  "Her deverke ku Kurd bi dest bixin, ji aliyê faşîzma AKP û Erdogan ve ji bo êrişan wek cihekî stratejîk tê dîtin. Di warê taktîkên şer de cihekî dixe hedefê, lê êrişî cihekî din dike. Ji bo Şengalê peymanek çêkirin û bi xwe ragihandin. Gotin li ser navê me filan hêzê peyman çêkiriye. Min li ser Şengal û Mexmûrê tiştek gotibû; 'Her tim hedef e, lê belê bi vî rengî dê li devereke din bidin'. Ya ku qewimî jî ev bû."

‘GARÊ HERÊMEKE STRATEJÎK E’

Têkildarî pirsa me ya ka çima Garê di vê pêvajoyê de dikin hedef jî, Evran wiha got: "Garê devereke stratejîk e. Her çendî ne li ser sînor be jî cihekî stratejîk e. Li sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojava ye. Di heman demê de ji aliyê çavkaniyên binerd ve jî dewlemend e. Erdogan jî tercîh dike ku cihên bi vî rengî yên dewlemend dagir bike. Pêdivî bi bîrxistinê heye ku wan peymaneke petrolê ya 50 salan çêkiriye. Vê petrole dê çawa veguhêzin jî girîng e.”

Evran got: “Bêguman êrişeke ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan e. Divê em vê yekê teqez ji bîr nekin.”

BERXWEDANA GEL

Rojnamevan Seyîd Evran got berteka gel a li dijî dagirkirinê pir mezin e û wiha lê zêde kir: “Lê ev bertek bi tena serê xwe têrê nake. Dagirker jî ji bertekên gel ditirsin. Ji bo vê jî divê berxwedana gel were geşkirin. Gelê Kurd pê dizane ku ev êrişa dagirkeriyê êrişeke li dijî wan e. Divê ev yek bi hişmendî û hesasiyetê were kirin. Girîng e li dijî dagirkeriyê rawestin û pêşvebirina yekitiya neteweyî ya Kurd ferz bikin. Yên ku tevliheviyê çêdikin û yekitiyê çênakin, divê bên aşkerakirin.”