Mehmet Ocalan: Ji sala 2015`an ve komplo bi rengekî cuda tê meşandin

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî niha bi tecrîda girankirî berdewam dike û got "Ji sala 2015`an ve komplo bi rengekî din tê meşandin."

Mehmet Ocalan: Ji sala 2015`an ve komplo bi rengekî cuda tê meşandin
12 sibat, 2021   00:28
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN 

Têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan anî ziman ku ger ev komplo bi dawî nebe û rêber Ocalan azad nebe, dê xetereyeke gelekî mezin çêke.

Mehmet Ocalan der barê Komploya Navneteweyî û tecrîda girankirî de ji ajansa me re axivî.

Mehmet Ocalan diyar kir ku komplo ji bo tevgera Kurd berteref bike, pêk hat û got: “Pir caran hatiye gotin ku me çawa 'serhildana Kurdan a 28- 29`an tune kir, em ê vê tevgerê jî wisa tune bikin`. Hêzên navneteweyî jî dît ku tevgera Kurd çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Gelek berjewendiyên dewleta Tirk di Rojhilata Navîn de hebûn ku bi rêya vê komployê xwest bîrdoziya rêbertî û hevalên wî tune bikin.”

Mehmet Ocalan bal kişand ser berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir:  “Projeya rêber Ocalan hêzê dide gel. Çawa ku rêbertî kirine hucreyê, dixwazin vê projeyê jî di hucreyê de asê bikin. Ji ber wê jî nahêlin hevdîtin bi malbat û parêzeran re çêbibe. Ji aliyekî din ve jî, tecrîd li ser tunekirina meseleya Kurd e. Komplo heta 2015`an bi rengekî bû, lê ji 2015`an û şûn ve bi rengekî din tê meşandin. Bi vî awayî dixwazin projeya rêbertî û pirsgirêka Kurd tune bikin. Ev tişt nayê qebûlkirin.”

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku mesele ne çûn û hatina malbatê ya Îmraliyê ye, di aliyê derûnî de tiştekî ku bidin rêber Abdullah Ocalan tune ye, lê ji wir gelek tiştan tînin û wiha domand: “Ji ber wê jî dewlet nahêle hevdîtin çêbibin, ji bo ku ronahî ji wir dernekeve. Dixwazin deng dernekeve. Dixwazin Kurd, hevalbendên wan û cîhan, dîlgirtina wî ya di nava çar dîwaran de, qebûl bikin. Ev jî tiştekî pir xeternak e û nayê qebûlkirin.”

‘TECRÎDÊ LI SER MALBATÊ JÎ DIMEŞÎNIN’

Mehmet Ocalan behsa hevdîtinên malbatê bi rêber Abdullah Ocalan re kir û wiha domand: "Di dema hevdîtinan de rêbertî ji min re nedigot tu çi dixwî, çi vedixwî, tu çawa dijî. Digot li welêt çi heye, çi tune ye? Ev hevdîtina dawîn pir giran û girîng bû. Dewlet ji wê pir ne hêrs bû ku heya li ser malbatê jî tecrîdê dide meşandin. Ev tecrîd li ser gelan tiştekî pir giran e. Me got Rojhilata Navîn meseleya dinyayê ye, meseleya Kurd jî êdî bûye meseleya dinyayê. Lewma jî divê cîhan bi erka xwe rabe. Eger ev yek nebe, di pêşerojê de dê xetereyeke gelekî mezin çêbe.”

Mehmet Ocalan gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Di hevdîtinan de me gelek caran rewşa wî ya tenduristiyê jê pirs kir, me jê re digot jiyana te, silametiya te ji gel re pir tiştekî girîng e. Wî digot `Ez îdare dikim, xwe li ser lingan digirim, ger heval û gel rewşa min a fîzîkî meraq dikin, tu ji wan re bêjê, heger Serok niha were berdan, ji zindanê derkeve, ne tenê li Rojhilata Navîn, dê li cîhanê jî pir bandora xwe bike.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qU3ULpZhgbU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>