Çeteyên "Roj" cihê xwe di êrişên li ser Garê de girtine

Derket holê ku beşek ji çeteyên "Roj" ên diyar kirin ku yekane armanca wan parastina Kurdistanê ye, li dijî PKK’ê şer nakin, cihê xwe di êrişên dagirkeriyê ya li Garê de girtin û bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin.

Çeteyên "Roj" cihê xwe di êrişên li ser Garê de girtine
11 sibat, 2021   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyê xwecihî girtî, beşek ji çeteyên "Roj" cihê xwe di êrişên dagirkeriyê ya Garê de girtine û bi dewleta Tirk re hevkar tevdigerin.

Beşek ji çeteyên Roj ên berî niha daxuyanî dabû, diyarkiribûn ku yekane armanca wan paratina Kurdisanê ye û li dijî PKK’ê şer nakin, erêkirine ku di êrişên dagirkeriyê de cihê xwe bigirin.

Çavkaniyan anî ziman ku ji çeteyên "Roj" ên di nava xwe de bi nakok in, beşên ku qebûl nakin tev li êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê daye destpêkirin, bibin, ji erkê tên girtin, li şûna wan pêşmergeyên PDK’î tên bicihkirin.

Roja 10’ê Sibatê ku êrişên dagirkeriyê destpê kir, komeke ji 6 kesan ên çeteyên "Leşkerên Rojê" li nuqteya Şermîn a ketina bajarokê Bakirman a Akrê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn.