Êrişên li ser Garê li Helebê hatin şeremzarkirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê şeremzar kirin.

Êrişên li ser Garê li Helebê hatin şeremzarkirin
11 sibat, 2021   18:57
HELEB

Bertekên li dijê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Nivîsgeha PYD`ê ya Helebê meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û di nava kolanên sereke de dewam kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan,  alên saziyên sivîl, partiyên siyasî hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Erê ji yekitiya neteweyî re" û "Em hemû QSD' ê ne" hatin vekirin.

Girse li çerxerêya Meclisa Taxa Gelhat a beşê rojhilatê taxê deqeyeke rêz girtin. Piştre endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo êrişên li ser Garê şermezar kirin û got: "Ev ne êrişa yekemîn e, ji 40 salî ve dewleta Tirk têkoşîna me dike hedef, lê bi têkoşîn û berxwedana xwe me destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin parast."

Hemo bi domdarî got: "Rêbertî westiya Kurdistanê li me kir, çiyayê Garê tevahî Kurdistanê dipaêrze, her wiha hebûn û nasnameya me diparêze. Li hemberî van êrişan HPG'ê xeta berxwedan û parastinê didomîne."

Hemo bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û destnîşan kir ku divê PDK'ê siyasetên hikumeta Tirk red bike û nebe hevkarê wê û ji bo yekitiya Kurd kar bike.

Di dawiya çalakiyê de durişmeyên silavkirina berxwedana HPG'ê hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EITJwMuQd-0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>