'Gelê Kurdistanê dê hevkarên êrişan efû neke'

Şêniyên kantona Hesekê piştevaniya xwe ji gerîlayên HPG'ê re yên li herêma Garê li ber xwe didin nîşan dan û gotin, gelê Kurdistanê dê kestên ku hevkariya dagirkeriyê dike, efû neke.

'Gelê Kurdistanê dê hevkarên êrişan efû neke'
11 sibat, 2021   16:04
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê daxuyanî dan.

Daxuyanî li parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ji aliyê şêniyên bi navê Mistefa Ehmed ve hate xwendin.

Mistefa got, piştî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve û bi beşdarbûneke çalakî ya PKK'ê, êrişên tolhildana çeteyên DAIŞ'ê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û çiyayên Kurdistanê zêde bûn.

Ehmed diyar kir ku zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê û  AKP-MHP'ê heman e, xeyalê wan osmaniyeke nû ava bikin, dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di çaroveya tolhildana DAIŞ û hevalbendên wê de pêk hat.

Mistefa Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk rê ji DAIŞ'ê re vekir da ku komkujiyan li Şengalê pêk bînin, piştî ku pêşmergeyên PDK'ê jê reviyan, bi hezaran sivîl bûn qurbanî.

Ehmed bal kişand ser êrişên li ser çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê  û got, ev êriş encamên hevkariya sê alî di navbera hikumeta Iraq, Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk de pêk hat.

Mistefa Ehmed bang li tevahî hêz û rêxistnên demokratîk ên Mafên Mirovan ên cîhanî û kir ku li hemberî êrişên hovane yên li ser sivîlan ji bêdengiya xwe derkevin. Her wiha bang li PDK'ê kir ku helwesta xwe ji van êrişan nîşan bide û got: "Gel û dîrok dê kesên ku destê wan di xwîna gelên herêmên, bi taybet gelê Kurd de heye, efû nake."

Piştî xwendina daxuyaniyê bi diruşmeyan berxwedana gerîla hate silavkirin.

TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y_ub651cKCU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Til Temirê  jî, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şorşger meşeke girêseyî bi beşdarbûna endamên tevahî saziyên sivîl ên navçeyê hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a naverasta navçeyê dest pê kir. Girese ku alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û partiyên siyasî hilda bûn, di nava kolanên navçeyê de meşiyan û diruşmeyên silavkirina berxwedana HPG'ê berz kirin.

Meş li çerxerêya Kehrebe rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Semer Silêman daxuyanî xwend û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayê Garê şermezar kirin û got: "Diyar e, ku dewleta Tirk a faşîst ji bîr kiriye bê bi destê lehengên li Heftanînê çi bi serê leşkerên wê hat." 

Semer Silêman, bi navê tevgerê piştgiriya xwe ji HPG'ê re ragihand û got: "Ji bo berxwedanê em bi rêzekê de li kêleka lehengên li çiyayê Garê ne, ji ber ku berxwedan jiyan e û sembola rumet û serkeftinê ye. Em ji lehgenên li çiyayê Garê re dibêjin, em soz didin we ku çi dibe bila bibe, em xeta we bişopînin."

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Til Temirê Kemal Pîr jî got:"Em ciwanên şoreşger li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û hêzên dijminên xaka me, seferberiya giştî radighînin."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA