Komîteya Jinan a Dêrazorê aşekî din vekir

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên rojavayê Dêrazorê aşê duyemîn vekir.

Komîteya Jinan a Dêrazorê aşekî din vekir
Komîteya Jinan a Dêrazorê aşekî din vekir
Komîteya Jinan a Dêrazorê aşekî din vekir
Komîteya Jinan a Dêrazorê aşekî din vekir
Komîteya Jinan a Dêrazorê aşekî din vekir
11 sibat, 2021   16:12
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Ji ber kêmbûna ard û nebaşbûna wê di firinên li Dêrazorê de, aş li herêma kargehan a girêdayî rojavayê Dêrazorê hat vekirin.

Nivîsgeha Aboriya Jinan bi piştevaniya ji Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo dabînkirina pêdiviyên firinan ji ard, başbûna ard û piştgiriya aboriya jinan, aşek vekir. Aş rojane 30 ton ard dide û di destpêka vê mehê de kete xizmetê.

çavdêrê xebata aş dike, Nasir Umer wiha got: "Em hewl didin ard baş be. Ji qaşilên genim (kepek-ax) ji sedî 23 ji nirxên ardê hêrandî ye."

Têkildarî saetên xebata li aş, Umer wiha domand: "Ji saet 7’ê sibehê heta bi saet 3’yê berêvarê xebata li aş pêk tê, di nobetdariya duyemîn de jî xebat ji saeta 3’yê berêvarê heta bi 11’yê şevê tê kirin."

Umer destnîşan kir ku dê nobetdariya sêyemîn jî di çend rojên pêş de çêbibe û bi wê re dê aş 24 saetan bixebite.

Li dawiyê jî, endama rêveberiya Nivîsgeha Aboriya Jinan a Dêrazorê Fatme Esaf wiha got: "Dê tevahî qezencên aş ji jinên ku debara jiyana wan tune ye re, biçe."

(fr)

ANHA