Li Hesekê çalakiya bi kon didome, Li Reqayê jî parêzeran daxuyanî da

Çalakiya konvendanê ya li Hesekê di roja duyemîn de bi xwendina bi dehan pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Li aliyekî din jî parêzer û rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew her tim parastina rêber Abdullan Ocalan dikin, heta ku ew bigihîne azadiya xwe.

Li Hesekê çalakiya bi kon didome, Li Reqayê jî parêzeran daxuyanî da
11 sibat, 2021   15:24
NAVNEDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina salvegera 22’yemîn a Komploya Naventeweyî ya li dijî rêber Abdullah Oalan re ku di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hatiye, gelek saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina vê komployê li dar xistin û piştrast kir ku ew piştgiriya rêber Abullah Ocalan dikin û tecrîda girankirî şermezar dikin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k4W01oZLXZQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Tevgera Cıwanên Şoreşger bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşebîran a Hesekê re duh bi diruşma "Azadî û adalet ji rêber Abdullah Ocalan re" pêşangeheke wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan vekir.

Di pêşangehê de, bi dehan tabloyên textî yên ku li ser wêneyên rêber Abdullah Ocalan û dayika wî hatiye neqişandin hene, ligel wê jî bi sedan pirtûk û parêznameyên rêber Ocalan hene.

Pirtûkên ku hatine pêşandan; Pirsgirêka Kesayetî li Kurdistan, Şaristaniya Demokratîk (Qeyrana Sivîl û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk a li Rojhilata Navîn-bi tevahî beşên wê), Neteweya Demokratîk û rihên wê, Çawa Bijî-bi hemû beşên, Peyamên Hêviyê, nirxandinên ji analîza rêber Ocalan, israra li ser sosyalîstê israra li ser avakirina mirov e, Sosyalojiya Azadî, Pirsgirkên Civakê, Jin û Malbatê.

Konê pêşangehê yê ku li parka rêber Apo ya li taxê Nasira hatiye vedan, bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û sembolên kurdî hate xemilandin.

Çalakiya konvedanê di roja duyemîn de bi beşdariya endamên Yekitiya Mamosteyan, endamên Desteya Tenduristiyê, meclisên sivîl ên bajêr û Hêzên Parastina Civakê (HPC), amade bûn.

Dema beşdar gihaştin bi kon, li nava kon gerîn, wêne şopandin û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Dûvre, endamê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Abdulxenî Oso semînerek da û tê de li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye,  merheleyên jiyana rêbertî ji biçûkaniyê de û têkoşîna rêbertî heta roja îro, axivî.

Abdulxenî Oso da zanîn ku armanc ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan têkbirina tevgera azadiyê ye û wiha got: "Lê belê bi saya vîna me ya xurt, keda şehîdan, fikir û felsefeya rêber Ocalan û derketina projeya demokratîk di dibistana neteweya demokratîk li girtîgeha Îmraliyê de, nikarin hêza me têk bibin."

Oso di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelan kir ku pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan bixwînin û gotinên wî analîze bikin, ji ber fikira rêber Abdullah Ocalan pir mezin û fireh e û rêber Ocalan bi rêya felsefeya xwe îşaretê bi planên li dijî gelê Kurd û projeya wê ya demokratîk dike.

Dê di roja sêyemîn a pêşangehê de, endamên ji komîteya aborî, TEV-DEM, PYD û Partiya Sûriya Pêşerojê amade bibin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LsnxUA7VztE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan hiqûqnas û endamên rêxistinên civaka sivîl kom bûn, da ku daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, bidin.

Endamê Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê parêzer Meşleb Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên tarî yên bi nûnertiya AKP’ê û serokê wê Erdogan tevahî şêweyên tundiyê li dijî welatiyên Sûriyê bi kar tînin û şerê tecrûbeya demokrasî dikin. Ji ber projeya demokrasî weke xeteriyê li ser dewleta Tirk dibînin.

Ji girîngtirîn sûcan, dîlgirtina rêber, ronakbîr û fîlozof Abdullah Ocalan û damezrînerê projeya neteweya demokratîk e. Vê projeyê serkeftina xwe di çareserkirina rewşên civakî, aborî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de sepandin.

Şerê me ya bi hêzên tarî yên li derve re, me ji şerê li dijî hêzên tarî yên hundir re mijûl nake, ji ber hêzên tarî yên hundir ji yên derve xeternaktir in ku ew gendeliyê li nava saziyên Rêveberiya Xweser belav dikin.

Em parêzerên Reqayê pişrast dikin ku em her tim ji bo parastina ramanasê neteweya demokratîk heta rizgarkirinê, amade ne. Ji ber ku  projeya neteweya demokratîk  a rêber Ocalan ne tenê ji bo Kurd e, lê belê ew ramanasekî neteweyî û milkê tevahî gelên azadîxwaz e.

Em parêzerên Reqayê careke din dubare dibêjin ku em li hember tevahî şêweyên girtinên derqanûnî disekinin, şerê gendeliyê dikin, heta ku bigihînin hedefên xwe, ew jî avakirina civaka azad a xwazayî ye."

(fr)

ANHA