​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên 4 endamên Hêzên Ewlekriya Hundirîn bi merasîmekê li goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê ya Reqayê hatin veşartin.

​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
​​​​​​​Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
11 sibat, 2021   15:10
REQA

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa El-Îbrahîm, Amir El-Bedir, Reşîd El-Zahir û Eymen El-Mihemed 8'ê Sibatê dema erka xwe bi cih dianîn, di encama êrişeke komên terorîstî de li bajarokê Kubiş a rojava ya dikeve bakurê rojavayê navenda bajarê Reqayê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Reqayê bi merasîmekê cenazeyên her sê şehîdan li goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê spartin axê

Merasîm bi bîranîna şehîdan û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ensas Mihemed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza parastina ewlehiya herêmê da.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb jî got: "Em îro şehîdên xwe oxir dikin, şehîdên ku ji bo parastina vê xakê û belavkirina ewlehî û aramiyê tiştên herî giranbuha dane. "

El-Zîb soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Hec Elî nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tiliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0B8o_g07wP8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>