‘Divê têkoşîn ji bo têkbirina Komploya 15’ê Sibatê bê bilindkirin’

Hiqûqnas û dadgerên jin ên Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê got Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye li dijî tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ye û divê têkoşîn ji bo têkbirina komployê bê bilindkirin.

‘Divê têkoşîn ji bo têkbirina Komploya 15’ê Sibatê bê bilindkirin’
11 sibat, 2021   09:13
REQA-RUBA EL-ELÎ

15’ê Sibatê salvegera 22’yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û desthilatdarên Tirk tecrîdê li ser rêber Ocalan giran dikin.

Girêdayî mijarê, hiqûqnas û dadgerên jin ên Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dadgera bi navê Îlham Hafiz wiha got: "Dîlgirtina rêber Ocalan di encama komployeke navneteweyî de pêk hat, ew komplo li dijî tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ye."

Îlham Hafiz wiha domand: "Ji vir, ji Dîwana Edaleta Civakî em dengê xwe bilind dikin û bang dikin ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan rakin. Divê em wek hiqûqnasan li ser rêç û metoda rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Li aliyekî din jî, dadgera bi navê Semah Şeiran got: "Ev komployeke mezin bû û bi plana gelek dewletan pêk hat. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê nûnertiya kesayeta xwe yan jî gelê Kurd dike, lê belê sembola gelên cîhanê bi tevahî ye û sembola girtiyên xwedî nêrînên azad ên di girtîgehên dewleta Tirk de ye."

Semah Şeiran wiha gotina xwe berdewam kir: "Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de fikira azad belav kir, da ku jin ji fikirên kevneperest rizgar bibin û fikira neteweya demokratîk diyarî mirovahiyê kir."

Semah Şeiran eşkere kir ku dewleta Tirk ji belavbûna fikirên rêber Abdullah Ocalan di nava gelan de ditirse û wiha dewam kir: "Her gotinek, peyameke ji tevahî gelên herêmê re ji bo pêkanîna aştiyê, dûrî şer. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker qedexe kir ku malbat û parêzerên Rêbertî serdana wî bikin."

Endama Meclisa Edaletê ya Tebqa û Reqayê Hûriye Şiblî di vê çarçoveyê de got: "Bi tecrîdê nikaribûn rêber Abdullah Ocalan dûrî gel bixin. Lê berovajî wê fikirên rêbertî hîna jî nû dibin û di me de tên sepandin û xebata li ser pêkanîn û belavkirina wan dikin. Her wiha fikirên Rêbertî yên ku banga biratiya gelan û azadiya jinan dikin, ji vê giravê li herêmên Rojhilata Navîn belav bûn."

Hûriye Şiblî destnîşan kir ku her ku êriş û dagirkirina li dijî van herêman zêde dibin, îsrara wan bi pêkanîna fikirên rêbertî zêde dibin û bi saya van fikiran wan maf û dîroka xwe nas kir.

Hiqûqnas û endama Meclisa Edaletê ya Tebqa û Reqayê Sebîhe Fetorî jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan bi rêya fikirên xwe mafên jinan dayê. Armanc ji vê komployê, ew bû ku azadiya jinan biçewisînin."

Sebîhe Fetorî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Parastina rêber Abdullah Ocalan, parastina demokrasî, çand û biratiya gelan e. Heta ku ev komplo were têkbirin, divê em wek jin yekitiya xwe ava bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku em projeya şoreşa rasteqîn in ku aştî li tevahî cîhanê disepînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YW33O1RC2r4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>