Çalakvanên jin hemleya QSD`ê ya ji bo tolhildana Seida û Hind silav kir

Gelek jinên çalakvan hemleya QSD`ê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê ku ji bo tolhildana Seida û Hind li dar xistiye, silav kir. Her wiha piştrast kirin ku zîhniyeta dewleta Tirk ji ya DAIŞ`ê ne cuda ye û her du jî vîna jinan dikin hedef.

Çalakvanên jin hemleya QSD`ê ya ji bo tolhildana Seida û Hind silav kir
11 sibat, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo tolhildana Seida û Hind di 4`ê Sibatê de operasyoneke hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ`ê li çolistana Dêrazorê heta sînorên Sûriyê-Iraqê da destpêkirin.

Hevseroka emclisa bajarokê Til El-Şayir ê navçeya Deşîşe li kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira serokatiyê Hind El-Xidêr di 22`yê Çileyê de ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin û hatin qetilkirin.

`DAIŞ Û DEWLETA TIRK XWEDÎ HEMAN PLANAN IN`

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê û Gundewarên Wê Nezîfe Xilo got  DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, her du jî xwedî heman planan in, armanc jî şikandina vîna jinan û têkbirina têkoşîna wan e.

Nezîfe wiha domand: “Seida û Hind xizmeta gelê xwe dikirin, lê bi awayekî hovane hatin revandin û kuştin, da ku vîna jinên din were şikandin."

Nezîfe wiha domand: “Ji lew re her tim jinan dikin hedef, ji ber rêgeza bingîn a projeya netewa demokratîk e. Rêxistinên terorîst jinan li pêşiya xwe astengî dibînin. Lê bila bizanin li hemberî van sûcên wan, israra jinan a mezinkirina têkoşînê zêde dibe.”

`DIVÊ RÊXISTINÊN HIQÛQÎ Û JINAN MUDAXELE BIKIN`

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê diyar kir ku divê rêxistinên hiqûqî û jinan mudaxele bikin û van sûcên li dijî jinên li herêmê lêkolîn bikin, ji ber ku ne tenê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hedefgirtin, lê belê sûc li dijî tevahiya jinên li cîhanê tê kirin.

Nezîfe ev yek li gotinên xwe de zêde kir: “Herêmên me xwedî taybetmendiyeke êlî ye û bi urf û adetên xwe tê naskirin. Ruxmî wê jî jin, ji mal derket û dest bi kar kir. Bi hedefgirtina wan re dixwazin jinan ji têkoşîn û kar dûrxin û moralên wan bişikînin. Lewra divê jin tê bikoşe heta ku jin hemû ji zincirên civakê rizgar bibin. Ji ber ku hebûna jinan di projeya neteweya demokratîk de girîng e, tê hedefgirtin.”

Nezîfe hemleya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li dijî şaneyên DAIŞ`ê ragihandiye ku ji bo tolhildana Seida û Hind e, silav kir û got: “Ji ber ku çete dixwazin ewlehiya li herêmê têk bibin, îro jinek kir hedef, sibe dê tevahiya jinan bikin hedef.”

Nezîfe Xilo di dawiyê de ev yek zelal kir: “Jinên Minbicê dê asta têkoşînê li dijî jinan û her kesê ku jinan dike hedef, berdewam bikin. Ev sûc dê vîn û israra me ya ji bo temamkirina projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinan zêde bike.”  

`HEDEFGIRTINA JINAN, ZÎHNIYETA DAIŞ`Ê Û DEWLETA TIRK E`

Endama Rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a navçeya Dirbêsiyê Bedîe Erebo girêdayê mijarê wiha axivî: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina jinan û pêşxistina wan di gelek waran de, gelek fedakarî pêşkêş kirin.”

Bedîe behsa pergala demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergaleke demokratîk e ku ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê kar dike û mafê jinê da. Di tevahiya saziyan de pergala hevserokatiyê da meşandin ji bo ku jin li rex mêr bi awayekî wekhev kar bikin.”

Bedîe da xuyakirin ku ev ne cara yekê ye ku jin tên hedefgirtin û bûyera kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve û hedefgirtina dagirkera Tirk ji Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehre Berkel bi bîr xistin. Bedîe destnîşan kir ku zihniyeta dewleta Tirk ji ya DAIŞ`ê ne cudatir e, her du jinan dikin hedef.

Têkildarî hemleya QSD`ê ku ji bo tolhildana Seida û Hind li dar xistiye, Bedîe wiha got: “Ev hemle gelek girîng e, ji bo ku hemû bizanin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên ku mafên jinan û vê şoreşê diparêzin hene.”

Bedîe Erebo di dawiyê de piştrast kir ku ew şopdarên rêya şehîdan Seida û Hind in û ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftinên ku jinan bi dest xistine, dê tê bikoşin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q53yAhEDhfo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>