MXDŞ: Êrişa li ser Garê pîlanên veşartî eşkere dikin

MXDŞ’ê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Garê şermezar kirin û got “Bi êrişa li ser herêma Garê ev pîlan zelaltir dibe ku dewleta Tirk bi destekdayîna hin aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, axa Kurdan ji destê wan derxe.”

MXDŞ: Êrişa li ser Garê pîlanên veşartî eşkere dikin
11 sibat, 2021   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Garê daxuyanihek nivîskî weşand. MXDŞ’ê wiha diyar kir:  “Wek tê zanîn di dîrokê de bi berdewamî hewldanên tunekirinê li ser vê civaka me hatina meşandin û xwestine vê civakê ji ortê rakin. Di çarçoveya van pîlanan de, yek ji aliyên her dem pêşengî ji bo van pîlanan kiriye, dewleta Tirk e û di dîrokê de jî Osmanî bûne.

Ji bo tunekirina civaka li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk pîlanek din a qirêjî da meşadin. Bi êrişa li ser herêma Garê ev pîlan zelaltir dibe ku dewleta Tirk bi destekdayîna hin aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, axa Kurdan ji destê wan derxe.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, êrişa ku li ser Garê şermezar kir û wiha lê zêde kir: “Çawa di dîrokê de Ferîq Paşa ferman li ser Êzidiyan radikirin û gelê em qetil dikir,  îro jî Erdogan wek berdewama wan DAIŞ xwedî kir û bi hevkariya PDK’ê xwest pîlanên wan yên nîvcomayî, bibin serî.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li hikumeta Iraqê kir ku rê li ber van êrişan bigire û da zanîn: “Êrişa li ser Garê binpêkirina serweriya axa Iraqê ye, ev dibe şermeke mezin ji bo Iraqê, eger li himber van êrişan helwestekê daneyne.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di dawiyê de diyar kir ku li her dera ku êriş pêk werin, divê gel dest ji hêzên xwe yên parastinê bernede û li dijî êrişan civak yekbûna xwe ya bi hêzên parastinê re bide xuyakirin.