Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî

Şaredariyên gel a bajarokê Ebû Feri û navçeya Til Hemîs gelek projeyên sereke ku armanca wan xizmeta welatiyan e pêk anî. Ew proje ji aliyê welatiyan ve hatin qebûlkirin û ji şaredariyan xwestin ku zêdetirîn projeyan pêk bînin.

Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
Şaredariya Ebû Feri û Til Hemîs gelek proje pêk anî
11 sibat, 2021   08:53
QAMIŞLO

Piştî herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê û heta navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, Rêveberiya Xweser şaredariyên gel li wan herêman ava kir. Ji ber herêm di nava çend salên ku di bin serweriya hikûmeta Şamê de bû, heman bêje hatibû hilweşandin û paşguhkirin.

Gelek zehmetî rastî şaredariyên gel hatin û gelek xebatên ku divyabû pêk werin ji wan dihat xwestin.

Şaredariya gel a bajasrokê Ebû Feri a başûrê navçeya Tirbespiyê di nava du salên borî de gelek xizmet ji şêniyan re pêşkêş kir. Ji wan vekirin û sererastkirina rêyan, danîna toreyên avê, danîna kanalîzasyonan û avakirina piran.

55 gund girêdayî şaredariya gel a Ebû Feri ne, her wiha navenda bajarok ku yek ji mezintirîn bajarokên mezin ên gundewarên başûrê Tirbespiyê ye.

'REWŞA ME JI BERÊ CÛDA YE'

Ji ber şaredariya gel gelek projeyên ku xizmeta welatiyan di gelek aliyan de dike, şêniyan ji şaredariyê xwest ku zêdetir projeyan pêk bîne û wiha gotin: "Rewşa me ji berê pir cûdatir e."

Welatiya bi navê Ferha Ebas El-Iweyid destnîşan kir ku beriya şaredariya gel were vekirin, rewşa herêmê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê pir xirab bû ku rê û saziyên giştî hilweşandibûn.

Ferha Ebas diyar kir ku bi vekirina şaredariya gel re rewş ber bi başûnê ve çû, ji aliyê pêşkêşkirina xizmetan û vekirina rêyan. Ferha Ebas di axaftina xwe de bang li aliyên pêwendîdar kir ku zêdetirîn destekê bidin şaredariyê da ku xizmeta şêniyan bike.

'XWESTEKÊN ZÊDETIR JI BO DESTEKDAYÎN Û XEBATÊ'

Welatiya bi navê Rida Nayif Zêdo got rewşa wan ji salên borî pir cûda ye, herêm hatibû paşguhkirin, îro şaredarî li gorî derfetên xwe pêwîstiyan ji şêniyan re pêşkêş dike û xwest ku zêdetirîn destek ji şaredariyan re were pêşkêşkirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri Elî El-Hewar destnîşan kir ku şaredariyên wan nû ne, erdîngariya herêmê berfirehe, 55 gund girêdayî wan in û gelek xebat û proje têne xwestin.

Elî El-Hewar tekez kir ku ew li gorî derfetên xwe û bi hevkariya di navbera şaredarî, meclisa bajarok û komînan rê bi dirêjahiya 21 km sererast kir, rê bi dirêjahiya 3 km qîr kir, rêyek di navbera gundan bi dirêjahiya 4 km beqayê li ser danî û di navbera gundewarên Ebû Feri, Ebû Xedîr û gundê Migrînat pirek ava kirin.

Elî El-Hewar got ew hewl didin li gorî derfetên xwe xizmetên pêwîst ji şêniyan re pêk bînn.

'ŞAREDARIYA GEL A TIL HEMÎSÊ JI BO BAŞKIRINA REWŞA XIZMETGUZARIYÊ DIXEBITE'

Li navçeya Til Hemîs a başûr rojavayê Tirberspiyê şaredariyên gel ji bo başkirina rewşa xizmetguzariy dixebite. Gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anî. Ev yek jî bi saya xebatê ku ji aliyê şaredarî û komîteya şaredariyan a kantonê ye.

Bi saya van xebatan, werşeyên şaredariyê projeyên ku di nava pilana wê ya 2020`an de bû bidawî kir. Ji wan avakirina pirekê di navbera gundê El-Sadiye û El-Henwa, bidawîkirina xweşikirina deriyê veguhestinê yê bakurê Til Hemîsê, firehkirina toreya kenalîzasyonê, vekirina rê di navbera gundê El-Kîta, Tol Kerem, Mezrea û Wawiyê de.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Abdullrehman El-Hadî diyar kir ku xebatên ku pêk anîne ji bo xizmeta welatiyan e û destnîşan kir ku tekulefeya rê û piran gihaşt 20 milyon û 460 hezar lîreyên Sûr.

Li gorî Abdullrehman El-Hadî diyar kir ku gelek projeyên di pilana wan a nû de dê pêk werin ji wan (Projeyên berfirehkirina toreyên avê li gundê Micîrînat, komîna Şehîd Diyar Reşo, taxa başûrê navçeyê, berfirehkirina toreyên avê li komîna Şehîd Baran û Şehîd Sewsen, her wiha projeya rêgaran da ku ava baranê di kolanên navçeya Til Hemîs de kom nebe.)

'PROJEYÊN GIRÎNG JI HERÊMÊ RE'

Abdullrehman El-Hadî got şaredarî dê van projeyan pêk bîne ji ber mûtahid ji ber bilindbûna dolar li beramberî lîreya Sûrî tine ne û wiha domand: "Derfet û alavên me hene ku em van projeyan pêk bînin."

Abdullrehman El-Hadî di axaftina xwe de anî ziman ku wan ji sedî 95 ji projeya bîra gundê El-Xernûbî pêk anîne û di demeke nêz de dê ava vexwarinê bide gund û gundewarên derdora wê.

Şaredariya gel a navçeya Til Hemîsê toreya berfirehkirina kenalîzasyonên komîna Şehîd Mezlûm bi 16 milyon lîreyên Sûrî bidawî kir.

Şêniyên navçeyê diyar kir ku projeyên şaredariyê pêk anîne zehmetiyan wan kêm kir bi taybet tevgera di navbera navçeyê û gundewarên başûr de, hêsankirina çûna wan ber bi magefê ve û destnîşan kir ku ev proje ji herêmê re pir girîngin.

(bx)

ANHA