Bi wêne û dîmen… zirarên mezin gihaştin depoyên genim ên Eyn Îsayê

Nûçegihanên me zirarên ku gihaştine dapoyên Mişêrfê yên navçeya Eyn Îsayê ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di dirêjahiya 3 mehên dawîn de, bi wêne û dîmen belge kirin.

Bi wêne û dîmen… zirarên mezin gihaştin depoyên genim ên Eyn Îsayê
Bi wêne û dîmen… zirarên mezin gihaştin depoyên genim ên Eyn Îsayê
Bi wêne û dîmen… zirarên mezin gihaştin depoyên genim ên Eyn Îsayê
Bi wêne û dîmen… zirarên mezin gihaştin depoyên genim ên Eyn Îsayê
Bi wêne û dîmen… zirarên mezin gihaştin depoyên genim ên Eyn Îsayê
11 sibat, 2021   09:00
EYN ÎSA

Ji dîmen û wêneyên ku nûçegihanên me belge kirine, asta zirarên ku gihaştiye depoyan, diyar dibe. Her wiha xuya dibe ku miqdareke mezin ji genim piştî ku topbarana hêzên dagirker, rijiyaye û riziye.

Ji 18'ê Mijdara sala borî de ku aliyên peywendîdar nikaribûn xwe bigihînin depoyan, ard ji aşê El-Qerat ê Kobanê dihate peydakirin û li 6 firneyên navçeya Eyn Îsayê dihat belavkirin.

Piştî ku hemû alav û kabloyên kehrebeyê yên depoyên Eyn Îsayê ji ber topbaranê xerab bûn, aliyên pêwendîdar ji bo genimê di depoyan de mayî bibin navendên Kobanê, dixebitin.

(dx)

ANHA