Rojnameyên erebî: Meclisa Ewlehiyê di girtina helwestekê têkildarî Sûriyê de bi bin ket

Rojnameyên erebî yên îro behsa binkeftina Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê di girtina helwesteke têkildarî Sûriyê de, rewşa Filistîn û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Meclisa Ewlehiyê di girtina helwestekê têkildarî Sûriyê de bi bin ket
11 sibat, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞEREKÎ DÎPLOMATÎK DI NAVBERA RÛSYA Û WELATÊN ROJAVAYÎ DE DER BARÊ SÛRIYÊ DE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa binkeftina Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê di girtina daxuyaniyeke serokatiyê têkildarî Sûriyê de kir ku ji dema hatina Jeo Biden ve ev yekem şerê dîplomatîk ê di navbera Rûsya û welatên rojavayî de ye. Rojnameyê wiha nivîsî: “Hişyariyên nûnerê navneteweyî Geir Pedersen bandora parçebûna navneteweyî ji aliyekî ve xurt kirin û rê da aliyên garantor ên Soçiyê (Moskov, Tehran û Enqere) da ku di meha pêş de rêveçûna xebatên siyasî temam bikin.

Piştî rûniştineke girtî ya endamên meclisê, Pedersen ji bo encamên gera 5`an a civînên komîteya destûrê ya li Cinêvê ya di dawiya meha borî de pêşniyarek kir, her wiha nûnerên 15 welatan nêrînên xwe parve kirin.

Welatên rojavayî li ser wê yekê li hev kir ku xebatên siyasî “bi bin ketine” û komîteyê di 18 mehan de ji ber xemsariya hikumeta Şamê tu destkeftî bi dest nexist. Rûsya û Çîn jî dibêjin ku divê piştgiriya komîteyê bê kirin.

Pedersen got ew hêvî dike di demeke nêz de serdana Şamê bike û beşdarî civîna bê ya koma Astanayê li Soçî bike, da ku encamên komîteya destûrê nîqaş bikin û li ser qonaxên bê li hev bikin.”

HILBIJARTINÊN FILISTÎNÊ… HEMAS DITIRSE KU BI BIN BIKEVE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa hilbijartinên Filistînê yên dema pêş kir û wiha nivîsî: “Ji ber pêşwazîkirina ciwanan ji hilbijartinên Filistînê yên dema pêş re, fermandarên tevgera Hemasê bi fikar in ku ew yek nîşaneya xwestina welatiyên Filistînê ya guhertina rewşa heyî bi temamî be.”

Çavdêr dibînin ku derfetên Hemasê li Xezayê ne misogerkirî ne, ku ji ber kiryarên wê dijberên wê yên siyasî yên nû çêbûn û dibe ku alîgirên wan aliyên dijber deng bidin tevgera Fetih û lîsteyên girêdayî wê.

JI BO VEKIŞÎNA JI LÎBYAYÊ ZEXTEKE ZÊDE LI SER ERDOGAN HEYE’

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa daxwaza Enqereyê ya mayîna li Lîbyayê kir û wiha got: “Ji bo ku Erdogan hêz û çeteyên xwe li rojavayê Lîbyayê bihêle, tenê li pêşiya wî maye ku tetbîqatên xwe zêde bike.

Ji bo vekişîna ji Lîbyayê zexteke zêde li ser Erdogan heye. Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê piştrast kir ku helwesta wan li hemberî xebatên siyasî û serweriya Lîbya û serxwebûna xaka Lîbyayê nayê guhertin. Her wiha di daxuyaniyeke xwe de bang li welatên endam kir ku peymana agirbestê û di nav de vekişîna hemû hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê û qedexekirina çekan bi temamî pêk bînin.”

(cx)