​​​​​​​Fermandariya Garê: Hejmareke zêde ya leşkerên Tirk hatin kuştin

Fermandariya Eyaleta Garê ragihand ku li qada Siyanê şer hîn giran e û li wê qadê gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuuştin.

​​​​​​​Fermandariya Garê: Hejmareke zêde ya leşkerên Tirk hatin kuştin
11 sibat, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Eyaleta Garê têkildarî şerê li herêmê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:

“Êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê ku di 10'ê Sibatê bi şev saet di 03:00 de bi êrişa berfireh a bi helîkopter û balafirên şer dest pê kir, dewam dike. 10'ê Sibatê û di şeva 10-11'ê Sibatê de êrişên hewayî û liv û tevgera helîkopteran dewam kir.

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gelek deverên Garê kir. Di nava cihên hatin bombekirin de kampek jî heye ku esîrên şer lê dihatin ragirtin. Agahiyên li ser encama bombardûmanê wê piştre bên parvekirin.

Şerê giran ê li qada Siyanê hîn jî dewam dike. Di vî şerî de ku bi însiyatîfa hêzên me yên li herêmê dewam dike, gelek dagirker hatin cezakirin. Hêzên dagirker ragihandin ku serpel û efserekî wan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin zêde ye.

Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin."