Di bersivdana êrişên Dagirkeriya Tirk de herî kêm 9 leşker hatine kuştin

​​​​​​​Çavkaniyên gerîla ragihandin ku di şerê li çiyayên Garê de herî kêm 9 leşker hatine kuştin.

Di bersivdana êrişên Dagirkeriya Tirk de herî kêm 9 leşker hatine kuştin
11 sibat, 2021   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, di êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser Garê de, herî kêm 9 leşkerên dagirkeriya Tirk hatine kuştin.

Çavkaniyên gerîla diyar kirin ku hejmara leşkerên Tirk ên hatine kuştin û birîndarkirin dibe ku hîn zêdetir be.

Çavkaniyên dewleta Tirk jî ragihandibûn ku Serpelê Piyade Komando Bûrak Coşkûn û Efser Çawişê bi Qidem Harûn Tûrhan hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.