‘Gel û hêzên têkoşer sond xwarine ku li hemberî dagirkeriya Tirk têkoşînê bilin bikin’

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û malbatên gerîla diyar kirin ku çawa gelê Kurd û hêzên geîrla li Heftanîn û Qendîlê derbe li dijmin xistin, wê li Garê jî derbeyek din lê bixin.

‘Gel û hêzên têkoşer sond xwarine ku li hemberî dagirkeriya Tirk têkoşînê bilin bikin’
10 sibat, 2021   16:39
QAMIŞLO

Îro bi dehan malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê û malbatên gerîla li Goristana Delîl Saroxan a li Qamişlo kom bûn û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, daxuyaniye ji raya giştî re parve kirin.

Endama meclisê Necah Silêman daxuyanî xwend û tê de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me û hêzên me yên leşkerî hemû rêbazên qirêj bi kar anîn û bi hemû hêza xwe êriş kir, lê belê ew di êrişên xwe yên 40 didomin de bi bin ket, tevî ku teknolojiya leşkerî ya herî pêşketî bi kar anî.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker ku di êrişa xwe li dijî çiyayên Qendîlê ku zêdetirî 8 mehan dewam kirin, li hemberî berxwedana bêhempa ya gerîlayên HPG`ê têk çû, îro careke din hovîtiya xwe li herêma Garê dimeşîne.

Her wiha hate gotin ku zihniyeta AKP`ê û MHP`ê heman zihniyeta îmeratoriya Osmanî ye ku tu gel, çand û zimanên din qebûl nake û wiha dewam kir: “Dîrok şahidiya komkujiyên Osmaniyan li dijî gelên Kurd, Ereb, Ermen û Xirsityanên herêmê pêk aniye, dike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Wab bi milyonan mirov qetil kirin û piraniya erdnîgariya Rojhilata Navîn xistin bin kontrola xwe. Mixabin ew yek bi navê Îslamê pêk hat. Ew zihniyeteke şofînîst e ku ji bilî yek al û yek çandê qebûl nake. Ev yek li dijî nirxên mirovî û exlaqî ye.

Çawa gel û hêzên Gerîla li Heftanîn û Qendîl derbe li dijmin xistin, wê li Garê derbeyeke din lê bixin.

Me 40 hezar şehîd û bi deh hezaran birîndar dan, hîna jî ala me li çiyayên Kurdistanê li ba dibe.

Wekî malbatên gerîla û malbatên şehîdan û bi hezaran welatparêzên bi me re, em bang li cîhanê dikin ku li aliyê doza adil a gel bisekinin û rê li Erdogan û çeteyên wê bigirin.”

(cx)

ANHA