‘Divê destkeftiyên şoreşê bên parastin’

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê da zanîn ku ji bo xebatên rêxistinî pêwîste meclis werin aktîvkirin û destkeftiyên şoreşê bên parastin.

‘Divê destkeftiyên şoreşê bên parastin’
10 sibat, 2021   15:54
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi beşdarbûna nûnerên Meclisên Malbatên Şehîdan ên her du kantonên Qamişlo û Hesekê, civîna xwe ya salane li bajarê Qamişlo li dar xist. Di dawiya civînê de meclisê daxuyaniyek da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen daxuyanî xwend û tê de wiha got:

"Di civîna salane ya Meclisa Malbatên Şehîdan de ya li ser asta rêveberiyên herêma Cizîrê hatiye lidarxistin, rewşa rêxistinî ya salekê hate nirxandin, çewtî û kêmasiyên derketine û çawaniya derbaskirina wan, her wiha mekanîzmaya pêşketina xebatên meclisê di qonaxa bê de hatin nîqaşkirin.

Em soza xwe ji şehîdan û rêber Abdullah Ocalan re nû dikin û dibêjin ku em ê têkoşîna xwe heta rizgarkirina rêbertî û şikandina rejîma Îmraliyê, dewam bikin.

Di civînê de gelek biryarên girîng hatin girtin, ji wan biryaran aktîvkirina meclisan di xebata rêxistinî de û parastina destkeftiyên şoreşê. Her wiha endamên meclisê diyar kirin ku dê jib o hêsankirina xebatê rêxistinî koordîneya bi meclis û saziyan re zêde bikin, sazûmaniya komînan aktîf bikin, girîngiyê bidin perwerdeyê, koordîneya bi hêzên leşkerî re zêde bikin û her tim şehîdan bi bîr bînin.

Di civînê de her wiha rêbazê weşangeriya kenala “Rûdaw” û berevajîkirina nûçe û bûyerên li Rojava diqewimin hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ev kiryar nakevin xizmeta doza gelê Rojava. Em bang li aliyên peywendîdar bi taybetî Dadgeha Gel a Qamişlo dikin ku pêşketina gilînameya ku Meclisa Malbatên Şehîdan pêşkêş kiriye, bişopîne.”

Beşdaran soz da şehîdan û rêber Abdullah Ocalan ku rêya wan bişopînin, biratiya gelên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bikin û piştevaniya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bikin û wiha gotin: “Ji ber ku ew yek dikeve xizmeta ewlehî, aramî û jiyana hevbeş a tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Meclisê diyar kir ku ew piştgiriyê didin diyalogên di navbera ENKS’ê û PYNK’ê de, ji ber serkeftina wê misogeriya aramî û çareseriyê ye.

(fr)

ANHA