`Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan dikin hedef `

Bavê zarokê birîndar Mihemed Elî bi bir xîst ku kurê wî dema pez diçêrand, di encama topbaranê de birîndar bû.

`Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan dikin hedef `
`Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan dikin hedef `
`Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan dikin hedef `
10 sibat, 2021   16:40
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ji navçeya Til Temirê hatine bidestixstin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend saetan, gundên Tewîlê û Deşîşe û her du dibistanên li nêzî rêya M4 li rojavayê navçeyê topbaran kirine.

Her wiha diyar kir ku di encama topbarana hovane de zarokê wî ê bi navê Yezen Mihemed El-Elî (6) birînda bû û da zanîn ku gelek ziyan bi milkên sivîlan bûne.

Zarok ji nexweşxaneya Gel a Hesekê re hate veguhestin. Bavê Yezen, Mihemed El-Elî ji ANHA`yê re axivî û got: “Dema ku dewleta Tirk bi hawanan êrişî gundê me kir, kurê min li derdora gund pez diçêrand.”

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê, bermahiyên topan li aliyên bedenê Yezen belav bûne û niha rewşa wî baş e.

(şx)

ANHA