​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke êzidî ji Basûfanê revand

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê got ku çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jineke êzidî bi navê Xezalê Selmo ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî revand.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke êzidî ji Basûfanê revand
10 sibat, 2021   15:22
ŞEHBA

Li gorî rêxistinê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê, çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jineke êzidî bi navê Xezalê Menan Selmo (45) revandiye.

Li gorî heman çavkaniyan, Xezalê ji şêniyên gundê Basûfanê yê êzidî yê navçeya Şêrewa yê gundewarên Efrîna dagirkirî ye. Bi tawana teqandina erebeya serçeteyekî hat revandin.

Çeteyan bi heman tawana Xezalê Selmo a ku erebeya serçeteyekî Feyleq El-Şam ê bi navê Hemze Ebo Zeyd di 4`ê Sibatê de teqandiye û di encamê de ji ber birînên xwe miriye, bi dehan şêniyên gundên Basûfan, Biyê, Kibêşîn û Birc Heyderê ên li navçeya Şêrewa ya dagirkirî revandin.

Çeteyên heman komê gotibûn ku ger Hemze Ebo Zeyd bemire dê serê şêniyan jê bikin. Xezalê Selmo jî bû qurbaniya wan gefan.

Li gorî çavkaniyekî xwecihî gundê Îska yê Efrînê, bi qasî ku çeteyan di zîndanê de Xezalê îşkence kirine, pirsgirêkên mêjî pê re çêbûne.

Heman çavkanî bi bîr xist ku ji bo darizandina Xezalê ev hefteyeke şandine Tirkiyê.

(şx)

ANHA