Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî herêma Garê şermezar kirin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van êrişan helwesteke zelal û cidî nîşan bide.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî herêma Garê şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî herêma Garê şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî herêma Garê şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî herêma Garê şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li dijî herêma Garê şermezar kirin
10 sibat, 2021   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê  û bi taybetî li dijî herêma Garê, zêde dibin. Meclisa Navçeya Til Birakê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Til Hemîsê û Meclisa Ciwanan a Reqayê daxuyaniyên cuda dan.

TIL BIRAK

Meclisa Navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Garê şermezar kir.

Hevserokê meclisê Ebdulselam El-Hesanî daxuyanî xwend û êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Parastina Medya şermezar kirin.

El-Hesanî bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê helwesteke cidî û zelal nîşan bide.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WDmdJrJGxh0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Hemîsê jî endamên Tevgera Civwanên Şoreşger a Sûriyê ya Til Hemîsê bi daxuyaniyekê banga rawestandina êrişên barbarî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê kir.

Endamê tevgerê Atallah El-Sebi li pêşiya avahiya Meclisa Navçeyê daxuyaniyek xwend û bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Hemîsê beşdarê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Delweta Tirk a dagirker sivîlan dikuje û ditirsîne. Ev yek di êrişên wê yên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de diyar bû. Niha jî bi balafiran yekser herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê dike hedef û gefa dagirkirina Şengal û Dêrikê dixwe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hemû sînor derbas kirin û divê rê li êrişên wê yên hovane were girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî ciwanên şoreşger ên navçeya Til Hemîsê em ê di oxira pêkanîna ewlehî û aramiyê ji bo gelê me, têkoşînê bilind bikin.”

REQA

Endamê Meclisa Ciwanan a Reqayê Ehmed El-Hesen jî bi navê meclisê daxuyaniyek da û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Daxuyanî li Hola Tac a li navarasta bajêr hate dayîn.

Di dauxyniyê de êrişên barbarî yên dewleta Tirk a faşîst li dijî hemû herêmên Kurdan û herî dawîn li dijî herêma Garê ya çiyayên Kurdistanê, hate şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em soz didin gelê xwe ku em ê li hemberî vê dagirkeriya faşîst heta rizgarkirina bihosta dawîn ji xaka dagirkirî, li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA