Malbatên şehîdan bang li gelê Başûr kir: Li hemberî van êrişan rabin ser piyan

Malbatên şehîdan êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Garê bi tundî şermezar kir û bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van êrişan rabin ser piyan.

Malbatên şehîdan bang li gelê Başûr kir: Li hemberî van êrişan rabin ser piyan
10 sibat, 2021   10:37
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Duh di saetên êvarê de, dewleta Tirk a dagirker bi balafir û helîkopteran çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encamê de, gerîlayên HPG`ê bersiva êrişan dan û şerekî giran li herêmê rû dide.

Têkildarî mijarê malbatên şehîdan ên bajarê Qamişloyê axivin.

Bavê şehîdê HPG`ê Ehmed Umer, Elî Umer diyar kir ku tişta ku rû dide niha encamê dijminatiya dewleta Tirk a dagirker bi gelê Kurd re ye û wiha domand: "Li kîjan deverê hêzeke gelê Kurd, hebe dewleta Tirk êrişî dike. Êrişên dewleta Tirk bi rasthatina komploya li dijî Rêber Ocalan tên kirin û ev yek jî diyar dike ku komplo didome."

Umer destnîşan kir ku hin alî hene alîkariya dewleta Tirk di van êrişan de dikin û wiha dewam kir: "Heke hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê erêkirin nedabe dewleta Tirk, ew ê nikaribe êrişên xwe li ser Tevgera Azadiyê pêk bîne. Bi dehan baragehên dewleta Tirk di herêma Başûrê Kurdistanê de hene, ev yek bi raya hikumeta Başûrê Kurdistanê dibe."

Umer da zanîn ku heke Hikumeta Başûrê Kurdistanê wekî Kurd li xwe dinêrin divê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin.

Umer bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û anî ziman ku ev yek dikeve rêza xiyanetê de.

Xwişka şehîda HPG`ê Diyar Ferhan, Xêriya Xelef jî êrişên li ser Garê şermezar kir û got: "Em li du Tevgera Azadiyê de venagerin, em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Xêriya bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî planên dewleta Trik hişyar bin.

Bavê şehîda YPJ`ê Ahîn Sîdo, Kêfo Osman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser tevgereke kurdî ye, li ser hemû gelê Kurd e.

Osman da zanîn ku ew wekî malbatên şehîdan van êrişan bi tundî şermezar dikin û bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van êrişan rabin ser piyan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0fV9bBCh0jc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>