Senatoya Amarîkayê banga zextê li dewleta Tirk kir

Piraniya endamên herdu partiyên di senatoya DYA`yê de bang li rêveberiya Joe Biden kir ku zextê li dewleta Tirk.

Senatoya Amarîkayê banga zextê li dewleta Tirk kir
10 sibat, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

54 endamên senatoya DYA bi nameyekê ragihand ku serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayip Erdogan oposizyonê paşguh dike û çapemeniya rexnegêr bêdeng dike û rojnamevanan dixe zindanê û hemleyekên li dijî dozgeriyên serbixwe pêk tîne.

Di peymana ku ji rêveberiya Biden re hatiye rêkirin, endaman senatoyê gotin: "Em dixwazin hûn ji Erdogan û rêvebiriya wî re piştrast bikin ku destdirêjiya li dijî dijberiya li hundir û derveyî welêt bi dawî bike û girtiyên siyasî serbest berde."

Di vê dawiyê de, dewleta Tirk ku yek ji endamên NATO ye got ew dixwaze pêwendiyên bi Amerîkayê re ya  bi rêveberiya Biden re baştir bike.

(dx)