Meclisa Ewlehiyê dîsa têkildarî rewşa Sûriyê li hev nekir

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxuyaniyeke hevbeş a der barê Sûriyê de li hev nekir.

Meclisa Ewlehiyê dîsa têkildarî rewşa Sûriyê li hev nekir
10 sibat, 2021   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji El-Erabiye re got Rûsyayê duh dan û standinên ku ji bo pêkanîna daxuyaniyeke hevbeş, asteng kirin.

Endamên Yekitiya Ewropayê yên Meclisa Ewlehiyê da zanîn ku nepêşketina di civînên komîteya destûrî de cihê mixabinê ye û hikumeta Şamê astengkirina pêvajoya siyasî didomîne.

Endamên Yekitiya Ewropayê yên di Meclisa Ewlehiyê de tekez kir ku dewletên Yekitiya Ewropayê wê hilbijartinên ku ne li gorî biryara 2254’an ya Neteweyên Yekbûyî bin, qebûl neke.

(dx)