Rojnameyên erebî: Îran behsa çêkirina bombeya nuklerî dike û Washingtonê hişyarî da

Rojnameyên erebî yên îro behsa çêkirina bombeya nukleer ji aliyê Îranê ve, rewşa Lubnanê û dosyaya Tûnisê kir.

Rojnameyên erebî: Îran behsa çêkirina bombeya nuklerî dike û Washingtonê hişyarî da
10 sibat, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎRANÊ BEHSA ÇÊKIRINA BOMBEYÊ KIR Û AMERÎKAYÊ JÎ HIŞYARÎ DA’

Der barê rewşa Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset behsa amadekirina bombeya nukleerî kir û wiha nivîsand: "Tehranê got heger ew rastî zextê ji aliyê hêzên rojavayî ve were, dê çekên nukleerî çêke. Ji aliyekî din ve jî Washingtonê jî ji ber “rêya şaş” hişyarî da.

Li gorî ajansa Reutersê, wezîrê îstixbaratê yê Îranê Mehmûd Elewî ji televizyona fermî re eşkere kir ku çekên kîmyewî ne li gorî şerîetê ne û wiha axivî: "Pisîkeke girtî dibe ku bi awayekî dijber tev bigire, berovajî yên serbest. Heger "dewletên rojavayî" Îran ber bi vê rêyê ve bikişînin, dê guneh ne yê Îranê be."

Li wezîrê karên derve yê DYA`yê Anthony Blinken jî hişyarî ji ber rêya şaş a Îranê û berdewama wê di geşkirina bernameyê nukleerê de da.”

‘ROLA QETERÊ LI LUBNANÊ’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Qeter hewl dide bi rêya şandina pereyan, derbasî Lubnanê bibe. Her wiha sûdê ji erêkirina piraniya kesên ku destwerdana herêmê dikin, bi taybet Hizbullah ku sûdê ji rola Qeterê bi alîkariya Îranê dibîne, digire."

Wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdulrehman Al Sanî roja sêşemê eşkere kir ku welatê wî amade ye bi rêya projeyên aborî bi şertê avakirina hikumetê destekê bide Lubnanê.

Li gorî çavdêran ku rola Qeterê dê destekeke pir xurt ji aliyê hêzên Lubnanê ve bigire, bi taybet Hizbullah ku beriya niha jî destekê ji pereyên Qeterê ji bo avakirina li Lubnanê piştî şerê 2006`an, girt.

‘ALOZIYA WEZÎRAN LI TÛNISÊ’

Rojnameya El-Beyan der barê rewşa Tûnisê de nivîsand: "Tûnisê dest bi çareserkirina nakokiyên di navbera saziya serokatî û serokatiya hikumetê de ya têkildarî guhertina wezîran kir."

Berdevkê dadgeha rêveberî Îmad El-Xabirî got daîreyên peywenîdar soz da ku bi awayekî fermî pêwendiyê bi serokatiya hikumetê re der barê awyayê guhertinê re bikin.”

(bx)